ÇEWLÎG – Li Çewlîgê xwendekarên lîseyê yê diçin HDP û DBP’ê ji aliyê polîsan ve tên şopandin û bi vî awayî di ser malbatên wan re gef li wan tên xwarin.
Li navenda Çewlîgê xwendekarên lîseyê yê temenê wan di navbera 14-17’an de, ji ber diçin HDP û DBP’ê, ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên sivîl tên şopandin û wêneyên wan tên kişandin. Polîs bi taybetî di dema ezmûnan de xwendekaran dişopînin. Li gel vê, polîsên girêdayî Muduriyeta Şaxa TEM’ê, li malbatên xwendekaran digerin û dixwazin werin şaxê. Malbat li muduriyeta polîsan bi egfxwarinan re rû bi rû dimînin. Ev çewisandin bi taybetî li ser xwendekarên ku li lîseyên wek Karşiyaka, Fen û Mevlanayê dixwînin heye.
GEF LI MALBATAN TÊN XWARIN
Şaxa TEM’ê li malbatên xwendekaran digere û bi vî awayî gefan li wan dixwin: “Zarokên we liv û tevgerên derqanûnî dikin. Xwedî li zarokên xwe derkevin. Delîlên me hene. Em we hişyar dikin. Li ser vê j, heke hûn tiştekî nekin, wê demê çi hewce be em ê bikin.”
TEM, NAXWAZE XWENDEKAR BIÇIN HDP Û DBP’Ê!
Polîsên ku HDP û DBP’ê wek îllegal nîşan didin, dixwazin xwendekaran di ser malbatên wan re bitepisînin. Ev rewş hem bandoreke neyînî li ser xwendina zarokan hem jî li ser jiyana wan î civakî dike.