AMED - Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temîzyuz destnîşan kir ku dê ji niha şûnde wek înisyatîf ji bo girtiyan û malbatên wan xebatên xwe bidomînin û got: "Ji her demê bêtir tecrîd û îşkence li girtîgehan zêdetir bûye. Tecrîda li ser Ocalan û îşkenceya li ser girtiyan ji aliyê yek navendekê ve tê meşandin. Girtî bi qetlîaman re rû bi rû ne."
Demek berê li Amedê ji bo tevahiya bajarên herem û Tirkiyeyê Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re hat avakirin, ji bo malbatên girtiyan û girtiyan xebatên xwe dimeşîne. Însiyatîf ji bo hemû mafên girtiyan di nav hewldanan de ye û pira di navbera civak û girtiyan de ye. Însiyatîf li bi pergala hevberdevkiyê tê meşandin û niha li gelek bajaran li gel saziyên mafê mirovan xebatên xwe yên girtiyan dimeşîne. Hevberdevkê Înisyatîfê Mehmet Temîzyuz, xebatên xwe û rewşa Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtiyan nirxand.
‘JI BO GIRTIYAN EM LI SER PIYA NE’
Temîzyuz destnîşan kir ku, wan li gel malbatên girtiyan ev însiyatîfê ava kiriye û got: "Ji ber polîtîkayên nebaş ên tund ku li ser girtiyan tê meşandin em neçar man vê însiyatîfê ava bikin. Her çiqas sazî û nûnertiyên me hatibin girtin jî, ji bo mafê girtiyan em li ser piya nin." Temîzyuz da zanîn ku, li her bajarî ew xebatên xwe li gel saziyên mafê mirovan didin meşandin û wiha awivî: “Niha jî xebatkarên me yên Înisyatîfê wek hedef tên nîşandan û dixwazin bi vî awayî vîna girtiyan bidin şikandin. Lê li gel van hemû pêkanînên li ser hevalên me, malbat û girtiyan jî, em bi girtiyan re di nav piştgiriyê de ne. Armanca girtina saziyên wek TUHAD-FED’ê jî ji hev dûrxistina malbatan û girtiyan bû.”
‘ÇAWA EW TÊKÇÛN DÊ EV ZILM JÎ TÊK BIÇE’
Temîzyuz anîz iman ku, girtî û malbat hemû di nav berxwedanê de ne û wiha domand: “Çawa Kenan Evren û Esat Oktay di encama berxwedana zindana Amedê de têk çûn, dê berpirsiyarên zilma niha jî li hemberî girtiyan û malbatan zêde li berxwe nedin û wê têk biçin.”
‘TECRÎD Û ÎŞKENCE JI NAVENDEKÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN’
Temîzyuz da zanîn ku, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanînên dermirovahî ku li ser girtiyên siyasî yên kurd û çepgir pêk tên ji navendekê ve tên birêvebirin û wiha axivî: “Ev navenda hatiye avakirin, di serî de dixwaze Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de bigire û hemû girtîgehan bixe bin îşkence û tecrîdan. Ev navend jî ne ji aliyê Wezareta Dadê tê birêvebirin rasterast wek komîteyeke li Qesra Serokomar Erdoganî tê birêvebirin û polîtîkaya tunekirinê ya li ser girtîgehan dide meşandin.”
‘ÇAVÊ HER KESÎ LI SER OCALAN E’
Temîzyuz balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ji rewşa girtiyan bêtir çavê me û her kesî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Malbatên girtiyan û girtî bêtir ji jiyana Rêberê Gelê Kurd bi fikare ne. Agahîwernegirtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan fikarên me û civakê zêde dikin. Mijara esas û sereke tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Malbat rewşa girtiyên xwe danaynin rastê, rewşa Rêberê xwe datînin rastê. Em li ser navê girtî û malbatan daxwaz dikin ku demildest dawî li tecrîdê bê."
‘MAFÊ GIRTIYAN JI HOLÊ RAKIRIN E’
Temîzyuz diyar kir ku, li girtîgehan ji her demê bêtir binpêkirina mafan xwe dide der û axaftina xwe wiha domand:“Girtîgeh ji salên bihûrî bêtir bûne navenda îşkencexaneyan. Tiştên sosret pêk tên. Li gelek girtîgehan, li girtiyan cezayên dîsîplînê dibirin û hemû mafên wan ji holê tên rakirin. Mafên hevdîtin, axaftina têlefonê û nameyan hatine desteser kirin. Di hûcreyan de tên ragirtin û bi awayekî derhuqûqî mafê wan tê astengkirin û neheqî li girtiyan tê kirin.”
‘GIRTÎ BI QETLIYAMAN RE RÛ BI RÛ NE’
Temîzyuz dest nîşan kir ku, girtî bi qetlîaman re rû bi rû ne û vê rewşê wiha şîrove kir: “Heta niha li girtîgehan pêkneanîna qetlîaman jî ji ber sekn û aqlê selîm ê girtiyan pêk nehatiye. Lê bi pêkanînên piştî OHAL’ê re hemû girtîgeh di bin talûkeyeke mezin de ne. Li tevahiya girtîgehan cih nemaye. Girtîgeh hatine tijekirin û ji ber cih nemaye jî, niha girtî rastî cezayê hepsa malê tên. Hindik maye ku derdora bajaran têl bikin û bajaran bikin wek kampan û girtîgehên servekirî. Girtîgeh bi çekên giran û tîmên taybet hatine dorpêçkirin. Ev amadekariya ku wê hîn bi hezaran bixin hûndir û planên qirêj li ser girtiyan pêk bînin. Jixwe qetlîam li girtîgeha niha pêk tê. Ji ber ku nêzî hezar girtiyên nexweş li ber mirinê ne û netahliyekirina girtiyên nexweş qetlîam bi xwe ye.”
‘EM Ê XWEDÎ Lİ GIRTÎ Û OCALAN DERBIKEVIN’
Temîzyuz herî dawî ev tişt got: “Em ê li gel hemû girtina saziyan û girtina hevalên xwe jî, xwedî li girtiyan û Birêz Ocalan derbikevin û têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe bidomînin. Pêkanînên şikandina vîna girtiyan dê bi sekna girtî û malbatan û girtiyan bê şikandin.”
Bîlal Guldem - dîhaber