MÊRDÎN - Li Kerboranê 22 sal berê 3 jê zarok 8 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn qetilkirin. Piştî ji bersûcên doza "Kerboran JÎTEM"ê Mehmet Tîre got, eleqeya wî bi bûyerê re tune ye, malbatan bersiva wî dan û gotin, bêyî Tîre tu gav nayê avêtin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di 29'ê cotmeha 1995 û 8'ê adara 1996'an de kesên bi navê Seyhan Dogan (14), Abdurrahman Olcay (20), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Coşkun (21), Nedîm Akyon (16), Hîkmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û Davut Altinkaynak (13) ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn binçavkirin û pişt re hatin kuştin. Piştî vê jî çawişê pispor ê bi navê Bîlal Batir bi îdiaya ku agahî daye malbatan hatibû kuştin. Têkîldarî bûyerê doza bi navê JÎTEM a Kerboranê ya derbarê 18 kesan hatî vekirin berdewam dike. Welatiyên ku xizmên wan hatine qetilkirin piştî rûniştina 6'emîn a dozê diyar kirin ku, her ku diçe dadgeh biryarên di aleyha wan de dide. Malbatan bertek nîşanî gotinên fermandarê wê demê yê Kerboranê Mehmet Tîre ku di rûniştina dawiyê ya dozê de gotibû, "Wê demê ez ne li Kerboranê bûm" dan û gotin ku bêyî fermandar leşkeran nedikarî gavajî biavêje.
Dayîka Nedîm Akyon ê 16 salî, Îlhan Akyon diyar kir ku 22 sal berê lawê wê li ber çavên wê birine û wiha domand: "Dema ku em li mal rûdiniştin, leşker bi ser mala me de girtin. Di serdegirtinê de Nedîm birin. Ji wê rojê wir de min Nedîm nedît." Akyon anî ziman ku, li ber çavên wê leşkeran bi porê lawê wê girtine, kişandine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî li wê rojê 22 salan derbas bûn min hestiyê lawê xwe dît. Kurê min li ber çavên min kişandin, hestîyên wî dan min. Ev zilm wê demê hebû, niha jî heye."
EM DEV JI DOZA KU KIRYARÊN WÊ DIYAR IN BERNADIN
Birayê Nedîm Akyon, Davût Akyon jî der barê dema ku birayê wî hatiye windakirin de axivî û wiha got: "Piştî roja ku birê min hat girtin em çûn dozger û qereqolê. Dozger ji me re got 'Birayê we li qereqolê ye' em jî li qereqolê geriyan, bersiv nedan me. Piştî 4 roj derbas bûn, dozger ji me re got 'birayê we derxistine dadgehê' em çûn dadgehê, ne li wê derê bû jî. Ji wê rojê heta niha me birayê xwe nedît. Me îsal hestiyê wî dît. Em dev ji doza kû kiryarên wê diyar in bernadin."
PISPOR DI QAZANÊ DE ŞAWITANDIN
Birayê Suleyman Seyhan, Osman Seyhan diyar kir ku, li Kerboranê tenê leşkerekî jî nedikarî bêyî fermandarê xwe gavekê jî biavêje û axaftina xwe wiha domand: "Bi dehan leşker bi lêdanê birayê min birin. Ji wê rojê heta niha min birayê xwe nedît. Li Kerboranê leşkeran bê Fermandarê Cendirmeyan a Kerboran Mehmet Tîre nikaribûn gavek jî biavêjin. Wî birayê min da kuştin."
Seyhan da zanîn ku, çawîşê pispor ê bi navê Bîlal Batir ê agahî daye malbatan di qazanê de şewitandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê demê qetlîamek pêk hat. Yên ku qetlîam pêk anîne niha li derve digerin. Daxwaza girtina wan tê redkirin. Lê çi dibe bila bibe me dev ji doza xwe bernedaye, bernadin."
'GER TU CAREK DIN DAXWAZNAME BIDÎ EZ Ê TE JÎ BIŞÎNIM CEM KURÊ TE'
Birayê Hîkmet Kaya, Abdulkerîm Kaya jî diyar kir ku, wê demê leşker bûye û wiha axivî: "Dema ku ez ji bo destûrê hatibûm ji ber ku bavê min daxwazname dabû dozgeriyê ez jî bi wî re çûbûm. Li derve bûm. Li cem dozger Mehmet Tîre jî hebû. Gotina 'heke tu careke din daxwazname binivîsînî ez ê te jî bişînim cem kurê te' gef li bavê min xwar, min ev bihîst."