‘Mufettîşên beriya qeyûm lêkolîn kirin, em pîroz kirin'

ÊLIH - Hevşaredarê Bişêriyê Mûstafa Ozturk ê ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin got, beriya tayînkirina qeyûmê, mufettîşên hatin şaredariyê ji ber fersatea wan î şaredarîvaniyê ew pîroz kirine û dest nîşan kir ku, biryar bi temmî li dijî tunekirina destkeftiyan e.

Di 11'ê îlonê de piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bişêriyê ya Êlihê hatibû kirin, hevşaredar Mûstafa Ozturk û Dîcle Erdem ji peywirê hatibûn dûrxistin û paşê hatibûn binçavkirin. Piştî tayînkirina qeyûmî, di 2'yê kanûnê de karkerekî kadroyî ji pewyirê hat îxrackirin û her wiha 2 karkerên li qada stendina ximetê jî, bêyî hincet bê nîşandan ji kar hatin avêtin. Mûstafa Ozturk got, hîn gelek xebatkar bi "ji aliyê îstihbaratê wek talûke tên dîtin" û li dijî hemû pêkûtiyan peyama "Em bi gelê bIşêriyê re bi piştevaniyî tevdigerin" da.

‘TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E'

Ozturk dest nîşan kir ku, qeyûm bi piranî îflasî şîrketên îflaskirî tên kirin û ew cara ewil di rêveberiyên herêmî de rastî sepandinek wiha tên û ragihand ku, tayînkirina qeyûman di pêvajoyeke ku destkeftiyên kurdan herî zê de pêk hatin û ev mudaxilyeke li dijî îradeya gelê kurd e. Ozturk anî ziman ku, tayînkirina qeyûman "Pêngaveke ji bo valaderxistina destkeftiyên gelê kurd" a AKP û dewletê ye.

‘MUFETTÎŞAN JÎ FERASETA ME YÎ ŞAREDARÎVANIYÊ PESINAND'

Ozturk wiha axivî: "Beriya qeyûm tayînî şaredriyên me bên kirin, mufettîşên ji bo teftîşê hatin jî, dîtin wan îthamên ku ji bo aşredariyên me tên kirin vala ne û xebatên em dikin pîroz kirin. Mufettîşan got, 'Heke Şaredariya Bişîriyê ne şaredariyeke DBP'ê bûna, me yê wê li Tirkiyeyê wek şaredariya mînak nîşan bidana' û bi vî awayî feraseta şaredarîvaniya me pesinandin."

‘GELÊ BIŞÊRIYÊ QEYÛM WEK RAYEDAR NABÎNE'

Ozturk got, wan Şaredariya bişêriyê ji dest serokekî AKP'ê yê ji bilî dizî û gendeliyê tu xizmeteke wî tunebû wergirtine û diyar kir ku, wan di her qadê de xizmeta gel kiriye û wiha axivî:"Di wijdanê gel de AKP'ê hatiey mehkûmkirin. Li dijî qeyûm, hêrseke zêde li gelê Bişêriyê peyda bûye û tu kes qeyûm wek serok û rayedar nabîne. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin kes naçe şaredariyê. Hawirdora şaredariyê bi leşker û tîmên taybet hatiye dorpêçkirin. Me ji sedî 85 dengî Şaredariya Bişêriyê wergirt. Ev nîşaneya memnûniyeta gel e. Heke dubare hilbijartinek çêbibe, ji ber ew dizanin em ê dîsa şaredariyê werbigirin, naxwazin hilbijartinê pêk bînin."

‘PIŞTEVANIYA MADDÎ YA JI BO PÊŞNÛMAYÊN ME NEHAT DAYÎN JI BO QEYÛM HAT DAYÎN'

Ozturk anî ziman ku, dema ew li ser kar bûn gelek pêşnûmayên wan hebûne û bi tu awayî piştevaniya maddî ji bo van pêşnûmayên wan nehatiye dayîn û û got, piştî qeyûm hatiye tayînkirin ew pêşnûmayên wan î çandî û selihkirina rê hatine betalkirin. Ozturk wiha domand:"Dema me pêşnûmayên xwe disepand, di warê maddî de em zaf ditengijîn. Lê belê, piştî qeyûm hat tayînkirin, dewleta ku pişetvaniya me yî maddî nekir, ya qeyûmê kir. Ji aliyê şaredariyên AKP'î nêzî milyonek TL ji qeyûm hat şandin. Qeyûm bi van pereyan dixwazin çavê gel boyax bike û wan bixapîne."