STENBOL - Di ser cinayeta Hrant Dînk re, ji 10 salan kêm mehek, derbasû lê hîn jî kiryarên wê bi awayekî tam dernektine holê û nehatine cezakirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan dest nîşan kir ku, gihandina paşplana cinayetê hîn jî pêk nehatiye û got:"Tenê hinekî mij belav bûye."
Mehek maye ku 10 salên cinayeta Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, ê li ser Kolana Şîşlî Halaskargaziyê di 17'ê çileya 2007'an de rastî êrîşeke çekdariyî hatibû, derbas bibin. Piştî cinayetê tetîkêş Ogun Samast bi hêzên dewletê re wêneyê bîranîniyî kêşa bû, hin navên têkiliya wan bi Teşkîlata Emniyet û Cendirmeyê re hebûn tevlî cinayetê bûn, hin agahiyên têkildarî ezmîkiryar Yasîn Hayal ji aliyê polîsan ve tê parastin xwe dabûn der û hwd. Lê, li gel ewqas dem di ser re debas bûye jî, hîn jî cinayeta Dînk bi awayekî tam nehatiye ronîkirin.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, merhaleya ku doz tê de ye û pêvajoya siyasî nirxand û wiha got:"Hîn jî di vê cinayetê de, em tam hîn nebûn ku kî fermana 'berde' daye."
‘DI DARIZANDINÊ DE 2 REWŞÊN BANDORKER HEBÛN'
Danzîkyan diyar kir ku, piştî 8 salan darizandin ji nû ve hat destpêkirin û di vê de 2 rewşên bandorker hebûn û van wek; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir û ya din jî xerabûna têkiliya di navbera AK Partî û Cemaeta Gulenî de nîşan da. Danzîkyan wiha axivî:"Lê belê, beriya ku Hrant Dînk bê kuştin, komên ku ew hedef nîşan dan, rayedarên MÎT'ê yên heta Walîtiya Stenbolê gazî wan hat kirin û rayedarên ku tevdîra parastinê nekirin, hîn jî nehatine darziandin."
‘WEKÎ YA HRANT GELEK CÎNAYET PÊK HATIN'
Danzîkyan balê kişand ser dîroka cinayetên siyasî ya Tirkiyey û wiha domand:"Di dîroka Tirkiyeyê de gelek cinayetên siyasî pêk hatin. Ûgûr Mûmcû, Apdî Îpekçî, Tûran Dûrsûn... Niha em ê vê têxin kuderê? Divê li cihekî bê rûniştandin. Di tu cînayetekê de, beriya wê bi salekê îstîhbaratek hebûye yan? Her hal îstîhbaratek ku etibe qeydên fermî tune ye. Dewletek berê vê dizane û tiştekî nake, divê hinek derkevin û vê ji me re vebêjin. Cinayeta Hrant Dînk ji vî aliyî ve, hinekî ji yên din cihê dibe. Tu bikî nekî mirov ji vê bi şik û guman dibe. 'Gelo Hrant Dînk ji ber ermenî bû, yan ji ber ermeniyekî muxalif bû dewlet li hemberî vê cinayetê xwe li nedîtiyê danî?' Em mecbûr in vê pirsê bikin."
‘CINAYET NEHAT RONÎKIRIN, TENÊ MIJ BELAV BÛ'
Danzîkyan di berdewamiya van gotinên xwe de dest nîşan kir ku, dîtina bersiva kî fermana berdanê daye zaf girîng e û wiha axivî:"Hîn jî di vê cinayetê de, em tam hîn nebûn ku kî fermana 'berde' daye."
Danzîkyan dest nîşan kir ku, yên têkildarî cinayetê heta 5-6 sal berê Ergenekonciyan nîşan didan, niha jî FETO'yiyan nîşan didin.
Danzîkyan ê ku got, “Beyanatên bi vî rengî bi nakokiyî ne. Ev ew tişt e ku formasyona dewletê jîd erdixe holê", cinayeteke hîn jî paşplana wê derneketiye holê wiha şîrove kir:"Tenê hinekî mij belav bû."