MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji sedema binçavkirina nêzî 100 kesî, Mehmet Mazlûm Sarikaya yê ji sedî 80'ê berasteng û muhtacî lênerînê ye, ji dê û bavê xwe hat veqetandin.
Li Mêrsînê, di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê yên 5 roj berê pêk hatin de, 100 kes hatin binçavkirin. Têkildarî kesên hatin binçavkirin de agahî ji bo parêzer û malbatên wan nayên dayîn. Li gel vê, di çarçoveya operasyonê de hevjînên hev, Erdal û Aysel Sarikaya jî hatibûn binçavkirin û ji ber binçavkirina wan, zarokê wan î ji 80'ê berasteng û muhtacî lênerînê ye, Mehmet Mazlûm bi tena serê xwe ma.
Ji ber Mehmet Mazlûm tekane zarokê malê ye û bi tena serê xwe ma, xizmên wan î li Îskenderûnê ji neçarî vegeriyan Mêrsînê. Besîme Atasakûn a ji bo li Mazlûm binere, ji Îskenderûnê hat Mêrsînê diyar kir ku, li Îskenderûnê diya wê yî yextiyar jî muhtacî lênerînê ye û ji ber vê wê dayika xwe jî bi xwe re aniye. Atasakûn diyar kir ku, Mazlûm nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û anî ziman ku, Mazlûm her kêliyê pirsa dê û bavên xwe dike û digirî. Atasakûn diyar kir ku, ew nizanin bê Erdal û aysel Sarikaya ji ber çi hincetê hatine girtin û got, ew ji Mazlûm re dibêjin malbata wî wî çûye Enqereyê û bi vî awayî wî aş dikin û anî ziman ku, kî were Mazlûm dibêje qey ji bo malbata wî hatiye.