ÊLIH- Li Êlihê, Kasim Demîrtaş, bi elektrîkdayînî û îşkenceyê xwişka xwe Amîne Demîrtaş qetil kirkiribû. Di lêpirsîna Demîrtaş de, nexweşxaneya rapora otopsiyê amade kir, got li ser bedenê şopên elektrîkdayînê nehatine dîtin û ev bi xwe re pirsa ‘gelo şopên îşkenceyê hatin malaştin?’ anî bîra mirov.
Li Êlihê, di 2’yê tebaxê de Kasim Demîrtaş, bi dar û hesinan li xweişka xwe AMîne Demrîtaş xistibû, paşê elektrîk dabû bedena wê û ew qetil kiribû. Piştî qetilkirin, ev 5 meh ebi qasî serê derziyê jî tu geşedan di rapora Demîrtaşê de pêk nehatin. Her çiqas kekê wê Demîrtaş gotibû, “Min 5-6 caran elekterîk da lingên wê û bin çongên wê” jî, di rapora otopsiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê de wiha hat gotin: “Li ser bedena wê rastî tu şopên elektrîkdayînê nehatiye dîtin.”
Parêzerên Komîsyona Jinan a Baroya Êlihê yên mudaxilî lêpirsînê bûn gotin, di encama biserdeçûyîna rêxistinên jinan û ya raya giştî de, piştî bûyerê keşfên bi dest ketin ji aliyê dozgerê lêpirsînê dimeşîne ve ji daîreya îhtisasê ya têkildarî Saziya Tiba Edlî re hatine şandin.
Parêzeran ragihand ku, ji bo amadekirina îddianameyê li benda rapora dê ji Saziya Tiba Edlî bê tê sekinandin û dest nîşan kirin ku, ew wek saziyên jinan û parêzerên jin şopdarê dozê bin û ew ê Amîne Demîrtaşê nedin jibîrkirin.
Piştî cinayetê, dayik û jinbira Amîne Demîrtaş ên hatibûn binçavkirin, bi şertê “venêrîna edlî” serbest hatibûn berdan û kekê wê Kasim Demîrtaş jî hatibû girtin.