Li Dêrikê tenê malbatek Ermenî maye

MÊRDÎN - Berê li Dêrika Çiyayê Mazî bi sedan ermenî dijiyan û ji van welatiyan niha tenê malbata Demîrcî ya ermenî maye. Ji bo malbata Demîrcî tişta herî girîng ew e ku, mirov bizanibin bi hev re bijîn.

Herêma Mêrdînê malovaniya ji bo gelek gelên cuda kiriye û hîn jî gelên cuda jiyana xwe li vir berdewam dikin. Lê her ku diçe herjmara gelên cuda kêm dibe. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku navê xwe ji 'dêrê' digire beriya salên 1915'an zêdetirî hezar Ermenî dijiyan û gelek bawergehên Ermeniyan li Dêrikê hebûn. Di roja me ya îroyîn de li bajêr tenê malbatek Ermenî maye û ji dêrên ermeniyan jî tenê yek maye û manastireke mayî jî ji ber bêxwedîtiyê bi hilweşandinê re rû bi rû maye.

Ji Ermeniyên ku bi demê re ji ber pirsgirêkên civakî û aborî ji Dêrikê koçber bûne tenê Yûrşîlah û hevjînê wê Naîf Demîrcî mane û ev malbat bê zarok in. Malbata Demîrcî hesreta xwe ya zarokan jî bi kurê cînarê xwe Hasan Ateş ê 12 salî derbas dike.

'DI NAVBERA MIROVAN DE CUDAHÎ TUNE YE'

Naîf Demîrcî yê 65 salî niha karê heddadiyê yê bav û kalên xwe dike û ji ber êdî tu kes vî karî nake û ev pîşe ber bi windabûnê ve diçe bi gazinc e. Demîrcî diyar kir ku, ew tenê jî mabin naxwazin bîranînên xwe yên li Dêrikê bihêlin û axaftina xwe wiha domand: "Di navbera mirovan de cudahî tune ye. Em dikarin li ser vê axê bi biratî bijîn. Niha weke ermenî ez û hevjîna xwe li vir mane. Em û heval û cînarên xwe yên li vir gelekî li hev dikin. Ya girîng ew e ku, mirov bi hev re bijî."

ERMENÎ ÇÛN BEREKETA DÊRIKÊ NEMA

Hevalê Demîrcî yên dikandar Abdûrrahman Kinay jî anî ziman ku piştî çûna Ermeniyan bereketa Dêrikê nemaye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mirovên cuda bi xwe bereketê tînin. Li vî bajarî tenê yek sinhetkar maye, ew jî apê Naîf e. Berê sûka Dêrikê li vir bû û hemû, heddad û necar li vir bûn. Malbatên ermenî hemû jî li vir dijiyan."

Yûrşahlîn Demîrcî ku ew û hevjînê xwe îbadeta xwe li dêrê dikin da zanîn ku, êdî weke berê nikarin biçin dêrê û wiha axivî: "Ji bo lênêrîna dêrê cîrana min a misilman Hatûnê alîkarî dide min. Berê em her hefte diçûn dêrê niha carna 2 hefteyan carekê, carna jî mehê carekê em diçin. Berê em roja yekşemê serê sibê saet di 08.00'an de diçûn heta saet 17.00'an em li wir diman. Pişt re tu kes li vir nema, herî dawî xaltîka min mabû û piştî ew jî çû ser dilovaniya xwe mifteya dêrê ji me re ma."

ZAROKÊ MALBATA FILE YÊ MISILMAN

Zarokên malbata Demîrcî tune ne, lê kurê wan ê manewî Hasan Ateş ê 12 salî her hefte tê malbatê ziyaret dike û hesreta malbatê ya zarok hebikî be jî sivik dike. Dayîka Hasan, Selma Ateş hezkirina Hasan a li hemberî malbata Demîrcî bi van gotinan anî ziman: "Emrê min 43 ye. Ev 30 sal e, ez û Yûrşahlîn bi hev re dijîn. Dema kurê min çêbû, min dianî cem wê û li kurê min dinêrî. Dema ku em di kuçeyê re jî derbas dibûn heta kurê min Yûrşahlîn nedîba nedihat malê. Her hefte tê cem wan û çend rojan dimîne pişt re tê malê. Dema ku neyê cem wan jî bi telefonê digere û pirsa rewşa wan dike. Kurê min qasî ku ji min hez dike, ew qas ji Yûrşahlînê jî hez dike.

Aynûr Înedî- Dîhaber