Parlamenterê HDP'ê Erdogmuş hat berdan

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş piştî li dozgeriyê îfade da hat berdan

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş ku der barê wî de biryara bi zorê bînin dadgehê hat dayîn, bi fermana Serdozgerê Komarê yê Enqereyê hat binçavkirin. Erdogmuş, dema ji meclîsê derket û çû mala xwe li mala xwe hat binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Enqereyê. Erdogmuş, piştî birin dozgeriye û îfadeya wî hat girtin, li dozgeriyê serbest hat berdan.