SÊRT - Polîsan bi ser saredariyên Hawêlê û Weyselqaranî yên DBP’î de girt û lêgerîn kirin. Hevşaredara Hawêlê Selva Erdogan hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser şaredariyên Hawêl û Weyselqaranî yên Bajarê Sêrtê yên DBP’î de girt. Yekineyên polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Şaredariya Weyselqaranî de girt û lêgerîn kirin. Polîsan der û dorê avahiyê bi maşîneyên zirxî girt û destûr neda xebatkarên şaredariyê têkevin hundir. Polîsan di Hevşaredarên Hawêlê de li mala Hevşaredaran Selva Erdogan û Ali Aydın lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de Hevşaredar Erdogan binçav kirin. Aydin j<î ji ber ku ne li mala xwe bû legerîn kirin û derketin. Hat diyarkirin ku dibe di operasyonê de hêjmara kesên hatibe binçavkirin zêdetir be.