COLEMÊRG - Li Geverê jina bi navê Suheyla Es ji aliyê kes an jî kesên ku ketin mala wê ve hat qetilkirin.
Jina bi navê Suheyla Es (34) ya li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê dijî, li mala xwe rastî êrîş bi kêr a kes an jî kesên ketin mala wê hat. Es ku ji aliyê keça wê ya ji kar hat malê ve hat dîtin, ji bo otopsiyê cenazeyê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.