AMED – Rêveberên Komeleya Oldaran a Piştevanî û Alîkariyê (DÎAYDER) dest nîşan kirin ku, her çiqas komeleya wan hatibe girtin jî, ew ê ji gel re vegotina olê rasteqîn bidomînin.
Bi biryara Wezareta Karên Hundurîn yek jiw an komelyên ku xebatên wê hatin rawestandin jî Komeleya Oldaran a Piştevanî û Alîkariyê (DÎAYDER) e û ji sala 2007’an ve îslama rasteqîn ji gel re vedibêje. Bi vê mebestê li dijî Serokatiya Karên Diyanetê ya olê li gor konjuktura siyasî şîrove dike, bi awayekî bê îtaatiya sivîl di sala 2011’an de dest bi nimêjên “Îna Sivîl” kir.
Têkildarî girtina komeleyê de endamê Şaxa DÎAYDER’a Amedê Yûsûf Adnan axivî û got, ew ê vegotina tiştên Xwedê difermîne li her qadê ji bol bidomînin.
‘JI BO EM XWEMALIYA OLÊ VEBÊJIN ME AVAKIR’
Adnan diyar kir ku, ew hemû xebat û faaliyetên xwe ji bo Xwedê, Hz. Mûhammed û olê îslamê dikin û wiha axivî:
“DÎAYDER li 25 bajar xebatên xwe dimeşîne. Di serî de destûra vekirina van komeleyan hat dayîn. Dema me yê komele vekirina, wan dizanibû em ê çi bikin. Çima niha digrin? Dibêjin çima DÎAYDER çûye lihevanînan, şînan. Ev orf û edetên gelê me ne. Ji ber di olê de prisgirêk heye, xelet tê vegotin DÎAYDER hat avakirin. Çunku li vir ol hatibû binpêkirin û mirov pê dixaandin. Ji bo em ji mirovan re xwemaliya olê vebêjin, hatin avakirin. Em diçin şîna polîs, cerdevan û PKK’yiyan. Şîna kê be em ê biçin. Çimkî em li vir ji bo isleheta civakê hene. Mafên mirovan ji bo çi hene, ji berk u mafên mirovan tê binpêkirin hene. Em ê rastiyên olê ji mirovan re vebêjin.”
‘EM Ê BIBIN KOLEYÊ MIROVÊN BINDEST’
Adnan diyar kir ku, heq, huqûq û edalet li ku be ew ê liw ir têbikoşun û wiha got: “Bila êdî mirov nemirin, divê ji şaşiyê bê vegerîn. Ji niha şûnde em ê li gel gelê xwe bin, em ê bibin koleyê mirovên bindest. Li şîn, goristan û aşitiyê de, em ê li ehr derî bin û tu carî bi paş ve gav neavêjin.”