Baroya Edeneyê: Parêzer Bek ji serhişê xwe çûyî birin nezretê

EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, diyar kir ku endamê wan parêzer Tugay Bek ji ber ku kelepçekirina ji piştê ve ne pejirandiye ji aliyê polîsan ve hatiye derpkirin, ji serhişê xwe çûyî birine nezaretê û got ku kelepçekirina ji piştê ve îşkenceye.

Serokê Komîsyona Girtîhgehan a Baroya Edeneyê parêzer Tugay Bek ji ber ku kelepçekirina ji piştî ve ne pejirand ji aliyê polîsan ve hat derpkirin, Baroya Edeneyê derbarê bûyerê de li salona civînê ya baroyê civînek çapemeniyê li darxist. Di civîna ku gelek parêzer beşdar bûn de Serokê Baroyê Parêzer Velî Kuçuk axivî. Kuçuk, da zanîn ku Bek tiştên bi serê wî hatine ji hempîşeyên xwe yên ku pêre hevdîtin kirine re vegotiye.

Kuçuk, anî ziman ku di şeva 14'ê Kanûnê de ji bo kontrola tendirûsiyê Bek birine Tiba Edlî, piştî kontrolê rastî derpkirina polîsan hatiye û wiha got: "Hempîşeyê me ji polîsan re gotiye 'ji piştê ve kelepçekirina li dijî mafê mirovan, hiqûqê ye ez vê qebûl nakim' ligel ku destên xwe ji pêşve dirêjî polîsan kiriye jî 30-40 polîsên tîmên taybet êrîşî wî kirine bi pehîn û mistan, heqarek û çêran Bek dirêjî erdê kirine û ji piştve kelepçe kirine."

'BI SERHIŞÊ XWE ÇÛYÎ XISTIN NEZARETÊ'

Kuçuk, bi lêv kir ku derpkirina yekemîn piştî kontrola bijîşk pêk hatiye û wiha pêde çû: "Xwestine carekdin hempîşeyê me ji piştêve kelpçe bikin, dîsan hempîşeyê me li dijî vê pêkanînê derketiye vê carê rastî êrîşek girantir hatiye. Bi serhişê xwe çûyî xistine wesayîtê û wisa birine midûryeta polîsan. Hempîşeyê me dema li nezareta TEM'ê ye di saetên şevê ji ber se êşê û vereşabanê dixwaze biçe cem bijîşk polîs jêre dibêjin 'em ê te ji piştêve kelepçekirî bibin nexweşxaneyê' dema hempîşeyê me dibêje ew vê yekê qebûl nake, wî nabin nexweşxaneyê û ji serhişê xwe çûyî li nezaretê dihêlin."

'JI PIŞTÊ VE KELEPÇEKIRIN ÎŞKENCE YE'

Kuçuk, anî ziman ku li DMME'yê jî pêkanîna ji piştêve kelepçekirinê di demên ewlehiyê de tê bikaranîn û wiha axivî: "Ger ji demên wiha cudartir de bê bikaranîn ev dibe îşkence. Ji piştêve kelepçekirina havalên me di biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de îşkenceye. Piştî em ji bûyerê agahdar bûn me serî li gelek cihan da. Ji bo bûyerek din wiha neyê jiyîn me bi Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, Wekîlê Serdozger, rayedarên Midûryeta Polîsan hevdîtin pêkanîn. Me xwest dîmenên kamerayan bên dîtin û berpirsyar bên cezakirin."