ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, bi minasebeta 18'ê Kanûnê roja Zimanê Erebî yê Cîhanê, xwest li gel zimanê tirkî her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne.
Parlanenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Mehmet Ali Aslan, bi minasebeta 18'ê Kanûnê roja Zimanê Erebî yê Cîhanê, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de parlamenterên HDP'ê Garo Paylan û Husa Kaya jî amade bûn. Aslan di civînê de xwest li gel zimanê tirkî her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Aslan, anî ziman ku UNESCO di 8'ê cotmeha 2012'an biryar da ku di 18'ê Kanûnê bibe Roja Zimanê Erebî yê Cîhanê. Aslan, anî ziman ku di cîhanê de 22 welatên ereb hene û wiha got: "Nêzî 500 milyon mirov zimanê wan ê zikmakî erebî ye. Li Cîhane nêzî milyarek mirov bi erebî di axivin. Erebî xwedî 12 mîlyon û 300 hezar pey ve. Erebî zimanê heri dewlemend ê cîhanêye. Di rêza duyemîn de bi 600 hezar peyv îngîlîzî heye. Li Tirkiye ji bilî tirkî divê bi zimanê din jî perwerdehî bê dayîn.