STENBOL - ÎHD û TÎHV'ê diyar kir ku piştî OHAL'ê bi binçavkirina re pêkanînên xirab û îşkence zêde bûye û gelek mafên bingehîn û azadiyê anîne halê nayên bikaranîn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê derbarê îşkence û binçavkirinên demên dawî de li ÎHD'ê civîna çepemeniyê li darxistin. Di salona civînê de pankarta "Îşkence sûcê mirovahiyê ye" hat hilawîstin.
Di civînê de Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe axivî. Efe da zanîn ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL'ê re bikaranînan mafê bingehîn ê mirovan hatine sînordarkirin. Efe, bi lêv kir ku bisînorkirin li dijî peymana mafê mirovan û qanûnan bingehîne û wiha got: "Hemû rêzikdanîna Tirkiyeyê radestî KHK'an hatiye kirin. Bi KHK'ê re ewlehiya kes, azadî, darizandina adîlane, mafê jiyanê, fikir û xwe îfadekirine û gelek mafên bingehîn û azadiyê anîne halê neyên bikaranîn."
Efe, da zanîn ku li Midûyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser kolana Vatanê îşkence xwe dide der û wiha axivî: "Ji 5-6 mehên dawî hete niha welatiyên hatine binçavkirin rastî îşkenceya giran a TEM'ê hatine. Di rapora meha Mijdarê ya Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) de, di serlêdanan saziyên mafan de xuya dibe gelek kesên ji ber sedemên cuda hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Piştî teqîna li Beşîktaşê ji ber hedefnîşandana îktîdarê gelek endam û rêvibirên HD'ê hatine binçavkirin û li Mirdûyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Em bang li rayedarên dewletê dikin îşkence sûcê mirovahiyê ye, kesên îşekenceyê pêktînin û yên ku fermana wê didin divê demildet bên tesbîtkirin û bên darizandin. Emê li dijî îşkenceyê li hemû qadan bi awayekî aktîf têbikoşin û em ê şopdarê van bûyeran bin."