MÊRSÎN - Jina bi navê Aysel Sarikaya ya ku zarokek wê ya astengdar heye û ev 5 rojin li Mêrsînê di binçavan de ye û Mehtap Sîlî hatin berdan.
Li Mêrsînê beriya 5 rojan di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de 7 kes hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan a li midûryetê destpê kir. Ji kesên hatine binçavkirin Aysel Sarikaya û Mehtap Sîlî piştî îfadeyên wan en li midûryetê bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hatin kirin û hatin berdan. Lêpirsîna 5 kesên din jî hêjî didome.
Aysel Sarikaya bi hevjînê wê Erdal Sarikaya re hat binçavkirin û zarokê wê Mehmet Mazlum (149 ê di sedî 80 astengdare li malê bi tena serê xwe mabû.
Hat zanîn ku lêpirsîna 93 kesên ku li Mêrsînê hatine binçavkirin hêjî ne hatiye destpêkirin.