Piştgirî dan akademîsyenên hatine îxrackirin

ENQERE - ÎHD'ê piştgirî da akademîsyenên ji peywirê hatine îxrackirin û çalakiya rûniştinê ya li ser Koana Yukselê ya akademîsyenan ziyaret kirin.

Endam û rêvebirên Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Enqereyê, akademîsyen Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Velî Saçilik ên ku ji peywirê hatine îxraçkirin û bi hefeteyane li ser Kolana Yukselê bi dirûşmeya "Ez karê xwe dixwazim" çalakiya rûniştinê pêktînin ziyaret kirin.

Di ziyaretê de Rêvebirê ÎHD'ê Hasan Erdogan daxuyaniyek din da û wiha got: "Ji 1'ê Îlonê were bi biryaranameya KHK'ê ya di pêvajoya OHAL'ê de hatiye derxistin, bi bêmafî û biryarên siyasî bi sedan kedkarên cemaweriyê ji karên xwe hatine îxrackirin. Nirx û quralên hiqûqa gerdûnî ji holê hatine rakirin. Em di vê demê de jî dibêjin 'Mirov bi mafên xwe mirovin'. Dê nikaribin bi pêkanînên keyfî bi OHAL'ê re qanûnî dikin. Bi hinceta OHAL'ê nikarin binpêkirinan rewa bikin. Divê demildest dawî li OHAL'ê bînin."

Piştî ziyaret û daxuyaniyê, endamên komeleyê, belavokên ku bi daxwaza kedkarên hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe li Kizilayê belavkirin.