AMED - Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bê ranîkirin çalakiya li ber Edliya Amedê berdewam kir. Rêveberê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku ew destûr nadin Tahîr Elçî wekî kesê “Kujer Nediyar” bimîne û dê kujerên wî ronî bikin.
Baroya Amedê piştî Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber mînareya çar ling hat kuştin her hefte roja înê li ber Edliya Amedê daxuyaniyê didin çapemeniyê. Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bê ronîkirin vê hefteyê jî li ber edliyê daxuyanî dan. Serokê Barhoya Amedê Ahmet Ozmen, rêveberên baroyê û gelek parezer tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Tarîr Elçî yên bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin hat rakirin. Li vir Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, daxuyanî da û diyar kir ku ew destûr nadin kuştina Tahîr Elçî wekî “kujerên nediyar” bibîne û dê kujerên wî ronî bikin. Çalakî pişti rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.