EDÎRNE - Serdozgerê Komara Edîrneyê diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji aliyê heyeta ku ji sê profesoran pêk tê ve hatiye lênêrîn û tu pirsgirêkên tendirûstiyê yên Demîrtaş tune ne.
Serdozgerê Komara Edîrneyê, derbarê rewşa tendirûstiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya serdozgeriyê hatiye weşandin de ev tişt hatin gotin: "Di hinek çapemeniyan de nûçeyên ku dibêjin rewşa tendirûstiya Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne nebaşe û divê demildest bê tehliye kirin hatine weşandin. Ji ber vê pêwîstî hatiye dîtin ku daxuyaniyek bê dayîn. Di daxuyaniya me ya bi dîroka 12/12/2016'an de derbarê rewşa tendirûstiya Demîrtaş de agahiyên berfireh hatibûn dayîn, di 14/12/2016'an de ji bo kontrolê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Trakya ya Edîrneyê hatibû kirin û ji aliyê heyeta ku ji sê profesoran pêk tê ve hatiye muayene kirin. Di encama tahlîl û lêkolînan de, wekî me di daxuyaniya berê de jî gotibû tu pirsgirêkên ku tahlukeyekê ava bike tuneye û rewşa tendirûstiya Demîrtaş başe."