Êzidiyên penaber dûrî Şengalê cejna xwe pîroz kirin

AMED - Malbatên êzîdî yên ji ber DAIŞ’ê koç kirin û li Kampa Fidanlik a Yenîşehîrê bi cih bûn, di sala duyemîn de dûrî Şengalê Cejna Êzî pîroz kirin.

Malbatên êzîdi yên di 2014’an de ji ber êrîşên DAİŞ’ê ji Şengalê koç kirin û hatin li wargeha Fidanlik a Yenîşehîra Amedê bi cih bûn, 2 salin li dervê wa rê xwe li penaberiyê cejna xwe ya pîroz Cejna Êzî pîroz dikin. Êzîdî her sal di destpeka kanûnê de 3 rojan rojî digirin û piştre cejnê pîroz dikin. Di pîrozbahiyace êzîdiyan de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp, endam û reveberên HDP’ê wargeha penaberan ziyaret kir û cejna wan pîroz zir. Êzidiyan ji ser ziyaretê sipasiyên xwe anîn ziman diyar kirin ku pir kêfxweş bûne.