Ji kesên di bin çavan de ne agahî nayê girtin

MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê piştî ku qeyûm Muhammed Fatîh Safîtirk hate kuştin ji 71 kesên hatin binçavkirin agahî nayê girtin. Malbatan bi gotina "em nizanin çi bi wan kirine" fikarên xwe anîn ziman.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 10'ê mijdarê de li dijî Muhammed Fatîh Safîturk ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin êrîş çêbûbû û Sarikturk jiyana xwe ji dest dabû. 71 kesên ku piştî bûyerê hatin binçavkirin bi malbat û parêzerên xwe ve nikarin hevdîtinê pêk bînin. Malbatên ku ji ber rewşê bi fikar in bi gotina "ji ber ku îşkence kirine gelo ji me vedişêrin" nerazîbûna xwe anîn ziman.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mustafa Kutlar jî roja bûyerê di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Medya Kutlar, diyar kir ku roja bûyerê hevserê wê saet di 09.00'an de çûye Qoberê û saet di 14.00'an de polîsan bi ser mala wan de girtine lê ji ber ku hevserê wê ne li malê bûye polîs şunde çûne. Kutlar anî ziman ku hevserê wê saet di 17.00'an de vegeriyaye malê û polîsan careke din bir mala wan de girtine û ev 6 roj in jî ji hevserê xwe afahî nikarin bigirin. Kutlar li hemberî pêkanînê nerazîbûn nîşan da û xwest hevserê wê bê berdan.

ROJÎN A DESTÊ WÊ ŞIKESTIYE JÎ BİNÇAV KIRIN

Dayika Rojîn Aydin a ku heman rojê hate binçavkirin, Aysel Aydin jî diyar kir ku keça wê bêyî hincet bê nîşandan hatiye binçavkirin û wiha axivî: "Roja ku bombe teqiya Rojîn ji ber êşa destê xwe gelek aciz bû, êşa wê pir bû. Radiza me jî hişyar nekir. 2 saet derbas bû bi ser malê de girtin. Keseke destê wê şikestiye çawa dikare tiştekî bi vî reng3i bike." Aydin got ku 6 roj in ji keça xwe agahî nagire.

'KESÊN DI BIN ÇAVAN DE ŞANDIN CIHÊN CUDA'

Aydin diyar kir ku parêzeran gotine ku kesên ku hatine binçavkirin birine deverên din û li kû ne nikarin agahî bigirin. Aydin got ku tedawiya Rojînê hê jî berdewam dikir û wiha berdewam kir: "Destê Rojînê şikestiye, divê bê dermankirin. Pêdiviyên wê çi ne em nizanin. Keça min niha êşê dikişîne lê ez nikarim biçim cem wê."

'BI ÇEK Û MERTALAN BI SER MALÊ DE GIRTIN'

Malbata Muharrem Yesîn ê ku sibetira bûyerê hate binçavkirin jî ji wî hefteyeke agahî nagirin. Cahîde Yesîn got ku bi dehan polîsan bi ser mala wan de girtine û wiha berdewam kir: "Sere sibehê saet di 09.30'an de bi ser malê de girtibûn. Ez di vî navberê de di qatê duyemîn de bûm. Dema ku daketim jêr nêzî 20 polîs ketibûn hundir. Berê çekê xwe zivirandibûn, mertal di destên wan de bû. Muharrem li kargehê de bû. Li wî geriyan ji kargehê hat. destur nedan ku cilên xwe biguherîne û bi vî rengî birin."

Yesîn diyar kir ku der barê aqûbeta kurê xwe de tiştekî nizanin û pirsa "Çi bi wan kirin em nizanin, gelo îşkence kirine ji ber vê ji me vedişêrin" kir.