ENQERE - Dozgerên der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a girtiye de 24 fezlekeyên cuda amadekirin, derket holê ku dozgerên bi hinceta "FETO" ji kar hatine dûrxistin, binçavkirin û girtin bi xwe ne.
Di warê girtina parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, hêla darazî careke din bû cihê nîqaşê. Di bin îddianameyên ku bûn hinceta girtina HDP'iyan de, îmzeya dozgerên ku ji "FETO"yê ji peywirê hatine dûrxistn an jî hatine girtin heye.
Parlementerên HDP'ê yên bi îddianameyên ku van dozgeran amade kirine hatin girtin, yek jê jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan e. Aydogan jî, tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 8 parlementeran hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Aydogan a ku hîn jî li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, der barê wê de 36 fezlekeyên cuda hene.
DOZGERÊ 9 FEZLEKE AMADEKIRIN GIRTÎ YE
Di bin 9 fezlekeyên cuda yên der barê Aydoganê hatin amadekirin de, îmzeya Ramazan Alptekîn ê ku demekê wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bû heye. Alptekîn, piştî hewldana derbeyê bi îdiaya "FETO"yê di çarçoveya lêpirsîna der barê dadwer û dozgerên li Edliyeya Stenbolê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.
Di îddîanameyeke din a der barê Aydoganê de, îmzeya Serdozgerê Komarê yê Cizîrî yê berê Mûhammed Varol heye û ew jî bi hinceta "FETO"yê ji peywirê hatiye dûrxistin.
JI DOZGERÊ TIR'Ê 5 FEZLEKE
Di bin 5 fezlekeyên cuda yên der barê Aydoganê de, îmzeya Ahmet Karaca heye, ku raya giştî wî ji nêzîk ve nas dike. Karaca dema demekê wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bû, yek ji wan dozgerên ku TIR'ên MÎT'ê dabû rawestandin û di çileya 2016'an de ji aliye 2'yemîn Daîreya HSYK'ê ve hatibû îxrackirin. Dozger Karaca, sala çûyîn hatibû girtin.
Necatî Turkmen jî der barê Aydoganê de, di nîsan û gulana 2011'an bi hinceta axaftinên wê yî di merasîma cenazeyan de 2 fezlekeyên cuda amade kiribûn. Turkmen jî, piştî hewldana derbeyê, di operasyona li Edliyeya Bûrsayê di nav wan dadwerên hatibû binçavkirin de bû.
Serdozgerê Komarê yê wê demê Hakan Dundar jî, ji ber axaftinên Aydoganê yên mîtînga BDP'ê ya gulana 2012'an de li Amedê hatibû lidarxistin, fezleke amade kiribû. Dundar jî, piştî hewldana derbeyê hatibû îxrackirin.
Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê yê wê demê Ûgûr Ozcan jî, têkildarî "Doza Sereke ya KCK'ê" derbarê Aydoganê de 3 fezlekeyên cuda amade kiribûn û Ozcan jî bi hinceta "FETO"yê pêşî ji pewyirê hatibû dûrxistin û paşê hatibû girtin.
4 FEZLEKE JÎ JI FETO'YÊ
Li gel van navan, wekîlê Serdozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Halîl Yilar, wekîlê Serdozgerê Komarê yê Silopiyayê Mesût Arkûntaş, Serdozgerê Komarê yê Sêrtê Bayram Bayar, Hakan Cekan jî der barê Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Aydogan ê de fezlekeyên ku bûn sedema girtina wan îmze kiribûn.