Amedî: Heke kurd bibin yek, wê êrîş pûç bibin

AMED - Welatiyên Amedê piştgirî dan xebatên Kongreya Netewî ya Kurdistanê û dest nîşan kirin ku qonaxa gelê kurd tê de derbas dibe, ji bo avakirina yekîtiya kurdan qonaxeyeke dîrokî û firsendî ye. Welatiyan ji bo pêkanîna kongreya netewî, bang li hemû sazî û dezgehên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku têkevin nav hewldanan û gotin ku heke yekîtî pêk bê dê hemû êrîşên li dijî kurdan jî bên pûçkirin.

Bi sedan sal e li dijî kurdan şerê man û nemanê ji aliyê hêzên navnetewî û dewletên cîranên Kurdistanê ve tê meşandin û Kurdistan bi destê van dewletan ji hev hatiye perçekirin. Bi salan e ji bo kurd bibin yekdeng, dixwazin yekîtiya xwe ava bikin û ji bo vê yekîtiyê di nav hewldan û xebatan de ne. Di vê dema ku li dijî her çar parçeyên Kurdistanê şerê tunekirina kurdan zêde bûye, gelê kurd pêwîstî bi kongreyek neteweyî dibîne. Têkildarî Kongreya Netewî ya Kurdistanê, welatiyên li Amedê dijîn nêrîna xwe anîn ziman û ji hemû saziyên siyasî û sivîl ên kurdan daxwaz kirin ku kurd bibin yek û li derdora Kongreya Neteweyî bibin xelek. Hin welatiyan ji bo ku kurd heta niha yekîtiya xwe ava nekirine jî berpirsên sazî û dezgehên gelê kurd rexne kirin û kurdan vexwandin jihevhezkirinê.

'DIVÊ KONGRE BI PÊŞENGIYA JINE PÊK BÊ'

Yek ji welatiyên Amedê jina ciwan a bi navê Ozge Dîlan Şahîn diyar kir ku, ji dîrokê û heta niha kurd di bin polîtikaya bindestiyê de hatine hiştin û got, kurd rastî polîtîkaya cûdakariyê hatine. Şahîn anî ziman ku, pêwîst e di vê qonaxa dîrokî û girîng de kurd di bin sîwanekê de li hev kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Şahîn da zanîn ku, lazime ne tenê kurdên li Bakur, divê ku kurdên li her çar parçeyên cîhanê li hev kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Şahîn pêwîstî bi kongreyeke netewî ya ku di nav de jin jî cih bigirin anî û wiha got: "Hêza kurdan a yekîtiyê heye. Ne hewceye em li benda hêzxwestina dewletên wek DYA û Rusyayê bisekinin. Divê ku êdî kurd jî hebûna xwe li her deverê dinyayê bidin qebûlkirin. Dema yekîtiya me kurdan çêbibe, dê li hember hemû qetlîam û tunekirina kurdan bibe bersivek baş. Em wek Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, dikarin hêza kurdan bidin nîşandan. Dem dema rexneyan nîne, dem dema piştgirtinê ye."

'JI BO KURDAN EV FIRSENDEK DÎROKÎ YE'

Welatiyê bi navê Bahattîn Akbulut jî dest nîşan kir ku, divê her tim gelê bindest yekîtiya xwe ava bikin û got, pêwîste kurd jî hemû xwe bikin yek perçe û dengek û wek dewletên din yekîtiya wan hebe. Akbulut anî ziman ku, divê kurd li dijî dijminên xwe bibin yekruh û wiha got: "Dem ne dema mirov li pey berjewendiyên şexsî bikeve, dem dema em li pey yekîtiya xwe bikevin bi xwe ye. Ji ber ku bi salan her parçeyek Kurdistanê di bin dagirkirina dewletan de bûye, ji ber wê niha nehatine cem hev. Niha firsendek dîrokî di destê me kurdan de heye. Divê ku em vê firsenda dîrokî winda nekin."

'WEXTA KU KURD BIBIN YEK DÊ HEMÛ ÊRÎŞ VALA DERBIKEVIN'

Ciwanê bi navê Îsmaîl Bulut jî anî ziman ku pêwîst e li her çar parçeyên Kurdîstanê hemû partiyên siyasî, rêxistin û rêberên kurdan bibin yek û wiha axivî: "Ez bang li hemû kurdan dikim bila bibin yek. Mirov li tevahiya dinyayê nikare gelekî wek gelê kurd bibîne. Em çar parçe jî li şûna gotina biavêjin hev, divê em bi destê hev bigirin û bi hev re welatê xwe azad bikin. Eger ku îro em Kurdistanek azad ava bikin wê ziman, çand, dîrok û nasnameya me jî bê qebûlkirin. Ev dem dema jihevhezkirina kurda ye. Eger ku em 40 milyon kurd bibin yek, dê hemû êrîşên dijminên me vala derbikevin. Pêwîst e em hev biparêz in."

'EGER EM NEBIN YEK EM Ê BÊTIR PERÇE PERÇE BIBIN'

Welatiyê bi navê Omer Kurkutata jî diyar kir ku, gelê kurd yekîtiya xwe dixwaze û got, lê serokên kurdan yekîtiyê naxwazin lê ew desthilatdariyê dixwazin. Korkutata bang li serokên saziyên kurdan kir û nirxandina xwe wiha domand: "Gelê me çi dixwaze pêwîste serokê kurdan jî wê bixwazin. Hemû miletên derdora me yek in û bi yekîtiyê xurt bûne. Eger ku kurd ji niha şûn ve jî nebin yek dê bêtir perçe perçe bibin. Lazim e kurd bibin yek. Dema ku kurd yekîtiyê nexwazin nikarin kongreya xwe jî ava bikin. Divê ku kurd berjwendiya partiyekê nexwaz in, pêwîst e ji bo tevahî Kurdistanê yekîtî hebe."

'YEKÎTÎ DÊ AZADIYA ME BÎNE'

Welatiyê bi navê Mehmet Eryilmaz jî gotina helbestkar Cegerxwîn a "Eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek" bi bîr xist û wiha got: "Eger ku me gotina Seydayê Cegerxwîn di roja ewil de têbigihiştana, ez bawerim em ê îro ne di vê merhaleyê de bûna. Lê bêguman hêviyên me ne şikestî ne. Em ê her bi ser kevin. Wa paşiya dîktatoran tê xuyakirin ku diçe kî derê. Bi hezaran sal e gelê kurd tê tunekirin, li gel vê tunekirinê jî gelê kurd dîsa li ber xwe daye û dê ji niha şûn ve jî li dijî hemû êrîşan li ber xwe bide. Di encama berxwedanê de û yekîtiyê de hêviya me ew e ku banga azadiyê nêzîk e. Kurdistan wek tiliyê destan e. Dema tiliyeke mirov biêşe dê hemû tilî biêşên. Îro ne roja rexnekirin, sûcdarî û taawanbariyê ye. Tenê em dikarin dijminê xwe li ber çavê xwe bigirin, dema mijar dibe kurd û Kurdistan hemû dibin yek. Divê em li vê yekê binêrin. Em çiqas yekîtiya xwe zû çêbikin em ê ew qas zû bigîhîjin azadiya xwe."

Bîlal Guldem - dîhaber