Serokê ESOB'ê Akboga: Agahiyên xelet ji Wezîr Soylû re hatine ragihandin

COLEMÊRG - Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû dema hat Colemêrgê ev gotin serf kiri bûn: "Em ê li vir fabrîqeyan nû bikin." Piştî van gotinan pirsa "Gelo li bajar fabrîqeyên bên selihandin hene yan na?" anî bîra mirov." Li gel vê Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Îsmaîl Akboga wiha got: "Agahiyên xelet ji Wezîr Beg re hatine ragihandin, li bajarê me ne fabrîqe û ne jî tesîseke me ya bê nûkirin tune ye."

Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû di serdana xwe yî 13'ê kanûnê ya Colemêrg û Geverê de wiha gotibû:"Em ê li vir fabrîqeyan nû bikin, dewleta me fabrîqeyan çêdike, em ekîpmanan temîn dikin, em hemû danînên SGK'yê yên xebatkaran pêk tînin, em qada îstîhdamê vedikin." Piştî van gotinan pirsa "Gelo li bajêr fabrîqeyên bên selihkirin hene yan na?" anî bîra mirov. Li gel vê pirsê, Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkarên Geverê Îrfan Sari dest nîşan kir ku, beriya fabrîqeyan di vê li qada siyasal gavên bêhnvedanê bên avêtin. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran (ESOB) a Colemêrgê Îsmaîl Akboga jî bi bîr xist ku, li bajêr qet fabrîqe tune ne û wiha got:"Li navenda Colemêrgê qet fabrîqe tune ne. Tişta tu jê rdibêjî fabrîqe, ew kargeh in ku bi sedan mirov lê tên îstîhdamkirin. Lê tiştê dizanim li navenda bajêr kargeheke wisa tune ye. Agahiyên xelet ji Wezîr Beg re hatine ragihandin. Ji ber vê, li bajarê me ne tesîs û ne jî kargeheke me yî bê nûkirin tune ye."

‘BI GIRTINA CERDEVANAN BETALÎ NAQEDE'

Akboga got, li bajêr betalî zaf zêde ye û wiha axivî:"Li bajarê me bi hezaran mezûnên zanîngehê hene. Ciwanekî karsazî, endezyarî, tib, baytarî qedandibe, naçe nabe cerdevan. Ev bêtir planeke arasteyî gunda ye. Betaliya li bajêr, bi girtina cerdevanan naqede."

FABRÎQEYEKE BI PIŞTEVANIYA DEWLETÊ TUNE YE

Li Geverê 2 fabrîqe û 8 kargeh hene û nêzî 100 kesî li van deran tên îstîhdamkirin. Ji kargehên biçûk hin jê ev zêdeyî 20 salî yedixebitin, hin jê jî di demênd awî de bi fonên piştevaniya Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine vekirin. Ji bilî van kargehên heyî, li bajêr bi teşwîqa dewletê fabrîqeyek jî tune ye. Lê gotinên Soylû yên "em ê nû bikin", bû meraq gelo ew fabrîqe li kuderê ne.

‘JI BO PÊŞVEBIRINA ABORÎ GAVÊN SIYASAL DIVÊN'

Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari, gotinên Soylû nirxandin û anî ziman ku, piştevaniya kargehên heyî ji bo aboriya bajêr ne zêde ye û dest nîşan kir ku, li gel fabrîqeyên potansiyela wan zêde, pêdivî bi bi gavên siyasal ên dê bêhnê bidin bajêr heye. Sari, balê kişand ser qedexeya zozanên bajarê ku kargehên av û şîrî lê ne û wiha got:"Hilberîner, berên ku dixwazin nikarin bi dest bixin. Demên diyar ê şîr hene, ji ber qedexeyên zozanan, xwegihandina şîr jî zehmet dibe."

‘AŞITIYEKE COGRAFÎK DIVÊ'

Sari dest nîşan kir ku, ji bo gotinên Soylû watedar bibin, pêdivî bi avêtina gavên aşitiyane yên siyasî heye û wiha axivî:"Bêguman ev gotin girîng in, lê belê heta niha wek avahiyî cihekî bê berpêşkirin tune ye. Heke di asta siyasalî de sererastkirinek bê kirin, wê veberhênan bi nirx bibin. Mirov bendewar in. Asta siyasal, rewşa herî sereke ye. Ji bo hilberîner nirxa berên xwe zêde bike jî, pêdivî bi aşitiyeke cografîk heye. Û ji bo vî berî berpêşî bazarê bike, pêdivî bi bineavayiyê heye. Lê belê, ev vegotin di vê pêvajoyê de hatiye hilawistin."