REQA- Niştecihê ereb ê Gundê Hemrêya Mezin ê di operasyona Reqayê de hat rizgarkirin, Mihemed Hemadî wiha got: "Dibe ku li cem kurdan ewqas qedr û giraniya me tune ye lê ev salek bû em li bendê bûn hûn me azad bikin. Her cure çepelî layiqî me ereba tê dîtin lê belê em ne wisa nin. Ew ereban temsîl nakin."
Duyemîn merheleya operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo DAIŞ'ê ji Reqayê bê paqijkirin hat destpêkirin, bi rizgarkirina gund û mezrikan didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ji gundên Kadîriye û Kerdoşanê destpêkirin, bi dehan gundî rizgar kirin. Yek ji wan gundan jî Gundê Hemrêya Mezin e. Ji niştecihên vî gundê Mihemed Hemadî yê 62 salî xîtabî hêzên QSD'ê wiha got:"Ev saleke em li bendê bûn hûn me azad bikin."
'BI DAIŞ'Ê RE, JINAN XÊLÎ LI XWE KIR Û LEPIK XISTIN DESTÊN XWE'
Bavê 5 zaroka Hemadî ragihand ku, 3 zarokên wî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, dema wî li aqûbeta zarokên xwe yî temenê wan di navbera 12-13'an de pirsiye, gef lê hatine xwarin û ji wê rojê ve wî tu agahî ji kurên xwe wernegirtine. Hemadî ragihand ku, bi DAIŞ'ê re her tişt guheriye û wiha got:"Jin êdî xêlî li xwe kirin. Ji tirsa wan lepik jî xistin destên xwe. Jiyan zaf guherî."
YÊ NEÇÛNA NIMÊJÊ RASTÎ CEZA DIHAT
Hemadî dest nîşan kir ku, emîrekî DAIŞ'ê yê li Gundê Kadîriyeyê rûdinişt û herêm di bin kontrola wî de bû, di dema nimêjê de bang li her kesî dikir û ragihand ku, heke welatî nehatanan, ew dihatin teşhîrkirin. Hemadî anî ziman ku, yên dihatin teşhîrkirin paşê bi ser malên wan de dihat girtin û dihatin cezakirin û wiha axivî:"Em jî îslamê dizanin. Lê ne wisa ye. Em jî dizanin, biçin nimêj û taeta xwe bikin. Lê belê ne bi vî awayî."
'EW NE EREB IN'
Hemadî dest nîşan kir ku, ew jiyaneke bi vî terhî naxwazin û got, ev sal û nîveke jiyanke wisa revayî wan dihat dîtin. Hemadî diyar kir ku, ew dixwazin di bin avahiya demokratîk a li Sûriyeyê ji aliyê ereb, kurd û gelên din tê avakirin bijîn û wiha domand:"Em dixwazin bi hev re bijîn. Belkî li cem kurda ewqas qedr û giraniya me tune ye, lê ev salek bû em li bendê bûn hûn me azad bikin. Hûn li ku ne? Em li bendê bûn hûn me ji dest vana rizgar bikin. Her cure çepelî layiqî me ereba tê dîtin, lê belê em ne wisa ne. Ew ereban temsîl nakin."
Nazim Daştan-dîhaber