STENBOL - Hunermenda kurd Eyşe Şan a dema dest bi hunera xwe kir û ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê rastî gelek pêkûtî û çewisandinan hat, di ser koçbûyîna wê re 20 sal derbas bûn. Eyşe Şan a ku wek "keybanûya bêtac" tê pênasekirin, di jiyana xwe de tenêtî û çewisandinên rastî wan hat, bi stranên xwe vegot.
Hunermenda kurd Eyşe Şan a li dijî her cure paşverûtiyên civakê serî rakir û bi bedêlên giran navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand, di ser koçbûyîna wê re 20 sal derbas bûn. Eyşe Şan a bi nav û dengê xwe "keybanûya bêtac" e, di 1938'an de li Amedê ji dayik bû. Ji ber bavê wê dengbêj bû, nasîna wê yî bi muzîkê re di temenekî biçûk de çêbû. Eyşe Şan a ku li cemaetên jinan bi qesîdeyan dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, wek Eyşe Şan, Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî hat nasîn. Eyşe Şan a ruheke li can û cendekê stranên wek "Qederê", "Dayikê" zêde kir, ji ber feraseta civakê ya "guneh"bûna strîna stranan, rastî gelek pêkûtî û çewisandinan hat û ji ber vê ji Amedê vediqete û ji neçarî li Dîlokê bi cih dibe.
BI STRANA ‘EZ XEZAL IM’ NAVÛ DENGÊ WÊ BELAV BÛ
Eyşe Şan a li Dîlokê dest bi jiyana xw eyî hunerî kir, ji ber qedexebûna zimanê kurdî, li radyoya ku lê dixebitî ji neçarî 2 salan bi tirkî distrê. Di sala 1963'yan de berê xwe dide Stenbolê û li wir bi strana xwe ya "Ez Xezal im" navdar dibe û bi derxistina kaseteke kurdî-tirkî êdî tê naskirin. Di van salan de Eyşe Şan ji ber qedexebûna zimanê kurdî êdî hew îdare dike û berê xwe dide Almanyayê. Piştî keça wê Şahnaza 18 mehî jiyana xwe ji dest dide, wê strana xwe yî bi nav û deng "Qederê" ji bo keça xwe dinivîsîne. Eyşe Şan, piştî demekê wek dayika 3 zarokan ji Almanyayê vedigere Stenbolê û vê carê li gerl çewisandin û pêkûtiyên malbata xwe, ji ber stranên xw erastî gefxwarinan tê. Piştî zarokên wê jî terka wê dikin, di sala 1979'an de berê xwe dide Bexdayê û li wir di Radyoya Dengê Bexdayê de wek Eyşana Elî dengê xwe radigihîne.
PENÇEŞÊR ZORA WÊ BIR
Eyşe Şan, ji ber têkoşîna xwe yî bi nasnameya jinê, wê serdemê ji aliyê derdor û xizmên xwe ve nayê qebûlkrin û ji ber tim bi mirinê gef lê tên xwarin, nikaribû vegere Amedê. Her çiqas dayika wê dixwast wê bibîne jî, lê mixabin dîtin pêk nehat. Xizmên wê yên li gel beriya mirinê destûr, nehiştin dayika wê ew bibîne, piştî dayika wê jiyana xwe ji dest dide nahêlin Eyşe Şanê serdana gora diya xwe jî bike. Ev qewimîn wek birîneke kûr li jiyana Eyşe Şanê zêde dibe û wek her demê hestên xwe ber bi bextê stranan ve berdide. Eyşe Şan a strana "Dayikê" di serdemeke wiha de dinivîse, vê carê li êş û azarên wê, nexweşîna pençeşêrê jî zêde dibe. Eyşe Şan ya jiyana wê li sirgûnê derbas dibe, bi hesret û bêrîkirina welat, di 18'ê kanûna 1996'an de pençeşêr zora wê dibe û bi tena serê xwe li mala xwe li jiyanê çavên xwe dadimilîne û li pêyî xwe gelek stranên bi êş û keser dihêle.
‘BAVÊ MIN TESÎR LI MIN KIR'
Eyşe Şan a hemû tenêtî û çewisandinên ku şahidiya wan kir û di stranên xwe de vegot, hemû êşên xwe bi awayekî waqûr pêşwazî kir. Eyşe Şan a beşdarî radyoyeke kurdî ya Iraqê dibe, di wê radyoyê de diyar kiribû ku, wê di 15 saliya xwe de dest bi strîna stranan kiriye û wiha ji bo çi bûye hunermend, kî bandor lê kiriye vegoibû:"Xwedê wî bi rehma xwe şa bike, bvaê min dengbêjekî baş bû. Dengê wî zaf xweş bû. Dema bavê min kilam digotin, dengê wî ewqas xurt û zêde bû ku, li her derî olan dida, ji gundên derdorê jî dihat bihîstin. Dengê min li ê bavê min çûye. Bavê min tesîr li min kir. Dema bavê min rihmet kir, ez bi hisreta dengê wî mam. Dema dengbêjekî kilamên bavê min digotin, şaş digotin. Ez pir li ber diketim û digiriyam. Bavê min li tu plakê dengê xwe qeyd nekir. Ji ber vê min got, 'divê ez hisreta bavê xwe jîndar bikim.'"
EVÎNA WÊ YA JI BO KURDÎ
Eyşe Şan wiha gotibû: “Diya min digot, 'Tu zarokeke min jî li bavê te neçûye. Exlaqê te, cirate, zanebûna te, xwendina te li ya bavê te çûye.' Lê diya min di bin bandora mirovan de dima. Hin dijminên me hebûn. Ji diya min, ji kekê min re digotin, 'Qur'an xwendiye, keça alima ye çima bûye dengbêj.' Lê yek ji van jî tesîrê li min nekir. Min digot, heke bimirim jî ez kilamên kurdî, kilamên bavê xwe bibêjim. Paşê bi vê miraqê min dest bi guhdarkirina Radyoya Iraqê kir. Dema min kilamên wê yî krudî guhdar dikin, digiriyam. Hevalên min, cîranan digot tu yê heşê xwe berdî. Digotin, ev çi Rayoyê Iraqê ye, radyoya tirkî veke. Min digot ez evîndarê ya Iraqê me, ez bimirim jî ez ê guhdariya Radyoya Iraqê bikim." Eyşe Şan a ji bo jiyana xwe ya sirgûnê got, "Derdê min ne di pritûkan, ne jî di romanan de cih digirin" wiha gotibû:"Plaka min î ewil ji 4 stranan pêk dihat. Ne yek, ne dudo, ne 20 hezar gelek hatin firotin. Min 2 caran hewlda întihar bikim. Çimkî li ser keda min, bi dengê min 4-5 fîrma bûn milyoner. Fabrîqe, mixaze vekirin."
JI BER BÊRÎKIRINA DÊ 6 MEHAN NEXWEŞ KET
Eyşe Şan a derdê xwe yî herî mezin wek 'dayika min' pênase dike wiha gotibû:"Min digot, bila diya min nemire, ez bimirim. Êimkî ji bilî diya min tu kesî min tune bû. Dema diya min mir, ez li xerîbiyê bûm. Ji xwe min diya xwe pir nedît. Hisreta wê hebû. Beriya bimire bi hefteyekê min bi wê re xeber da. Diya min got, 'Were cem min, dev ji wî karî berde.' Min jî got, 'temam.' Diya min miroveke zaf paqij bû. Tim dixwest ez nimêj bikim, Qur'anê bixwînim û li ber çonga wê rûnêm. Lê belê tehsîlata min tune bû. Ji ber bavê min jî, min bala xwe da dengbêjiyê. Ji ber wî, ez bûm hunermend. Dema diya min rihmet kir, min niakribû biçim. Agahî nedan min." Her wiha Eyşe Şan gotibû, piştî mirina diya xwe, ji ber bêrîkirina wê ew 6 mehan nexweş ketiye û bijîşkan bi zorê ew xelas kirine.