Şirnexî kavilên malên xwe jî nasnakin

ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê yên ku piştî qedexeya 246 rojan berê xwe dan bajêr rastî hilweşandin û talankirina avahiyên xwe hatin. Welatiyê bi navê Salîh Çapar diyar kir ku niha nizane mala wî li ku ye û li cihê xaniyê xwe tenê tiştek jî nedîtiye.

Li Şirnexê di qedexeya 246 rojan berdewam kirî de bi hezaran avahiyên gel hatin şewitandin, xerakirin û talankirin. Li bajêr tenê ne avahiyên ku li derdora wan xendek hebûn, hema bêje avahiya ku nesibê xwe ji vê wêrankirinê negirtiye tune ye. Her çiqas malên gel hatibin hilweşandin jî piştî ku qedexe rabû bi hezaran welatiyên ku ev 8 meh in li derdora bajêr kon vedayîn û di şert û mercên zor de li ber xwe didan careke din vegerîn ser axa xwe.

Ji van kesan yek jî Hediye Batar a ku xaniyê wê yê li Taxa Bahçelîevler hatiye hilweşandin û niha li Cizîrê bi cih bûye ye. Hediye Batak a ku salên 90'î mala wê ya li gundê Serê Dehlê hat xerakirin diyar kir ku, dema qedexeyê dest pê kirî ew bi zorê hatine derxistin û wan tiştek ji mala xwe dernexistiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ewil ji gundê xwe hatin derxistin. Pişt re em hatin vir û em ji vir jî derxistin. Dema em hatin derxistin me tiştek bi xwe re nebir. Li derdora mala me xendek jî nebûn, lê xaniyê me hatiye hilweşandin. Ewil xaniyê me şewitandine û pişt re hilweşandine."

'ME XWELIYA MALA XWE JÎ NEDÎT'

Batak da zanîn ku wan xaniyê xwe nû çêkiribû, ew hêj deyndarê xaniyê xwe bûn û axaftina xwe wiha domand: "Hêj me deynê xaniyê xwe xelas nekiriye. Em 25 hezar TL deyndarê xaniyê xwe bûn û hate hilweşandin. Piştî qedexe rabû em hatin ser xaniyê xwe, lê ji me re tenê hin xurde û bixur mane. Me xweliya mala xwe jî nedît. Em axa xwe bernadin. Sebra me li axa me tê. Niha kavilê xaniyê me jî bidin me em dê li vir bimînin. Lê nahêlin em li ser axa xwe jî xanî ava bikin."

XANIYÊ BI ALÎKARIYA GEL AVA KIRÎ HAT HILWEŞANDIN

Yek ji welatiyên ku mala wî hatiye hilweşadin Salîh Çapar e. Çapar ê ku bi alîkariya gel li Taxa Bahçelîevler ji xwe re xanî avakiribû, bavê zarokekî ye. Çapar diyar kir ku, ew jî piştî ku ji gundê xwe hatine derxistin koçberî Şirnex bûne û wiha axivî: "Gundê me hat xerakirin û em hatin Şirnexê. Bi alîkariya gel min ji xwe re xaniyek çêkir. Cardin xaniyê min xerakirin û em perîşan bûn. Ez niha nizanim cihê xaniyê min li ku derê ye. Min li şûna mala xwe tiştek nedît. Hemû tiştên me ewil şewatandibûn û pişt re hilweşandine."

'MIN JI DU AVAHIYAN TENÊ TEVŞOYEK Û ÇENTEYEK DERXIST'

Dayîka bi navê Kumrî Îlter a ku du avahiyên wê li taxa Bahçelîevler hatine hilweşandin dema ku ji ser kavilên avahiyên xwe vedigeriya rastî me hat. Îlter da zanîn ku, avahiyek malbata wan a 5 qat û avahiyekî wan î din hatiye hilweşandin û ji her du malan tenê çend heb parçe derxistine. Îlter diyar kir ku ew piştî rabûna qedexeyê hatiye bajêr û çûye ser xaniyên xwe yên hatine hilweşandin û axaftina xwe wiha domand: "Min li cihê xaniyên xwe tenê tefşoyê hevjînê xwe yê beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dayî dît. Her wiha min çenteyê kurê xwe yê dibistanê dît. Ji bilî van ji kavilên xaniyên min tiştek din derneket.”