MÊRSÎN - Malbata girtiyê siyasî Faîk Bûdak ê ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sewqî Girtîgeha Eregliyê hat kirin û di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, diyar kir ku kurê wan rastî îşkenceyê tê. Parêzer Ozgur Çaglar jî da zanîn ku, ewlehiya jiyanî ya Budak tune ye û li girtîgehê bi îşkenceyek giran re rû bi rû ye.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Hat ragihandin ku, girtiyê bi navê Faîk Budak ê ku cezayê heta hetayê girtiye li girtîgehê rastî îşkenceyên giran tê. Bavê Bûdak, Tevfîk Bûdak diyar kir ku, kurê wî beriya 15 rojan ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sewqî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin.
'EWLEHIYA WÎ YA JIYANÎ TUNE YE'
Bav Bûdak da zanîn ku, dema kurê wî hat sirgûnkirin, di wesayîtê de hatiye derpkirin û wiha got: "Di ketina girtîgehê de jî gardiyanan qusandina simbêlan li ser kurê min ferz kirine. Dema kurê min vê napejirîne, meqes girtine destê xwe û gefa em ê bi zorê jêbikin lê xwarine. Dema kurê min dubare vê qebûl nake, tê derpkirin. Kurê min got, ew ji navê berjêr ve rastî îşkenceya giran hatiye û ew xistine hucreyeke yekkesî. Ji ber ku li Girtîgeha Eregliyê girtiyên siyasî tune ne, kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin û serlêdana ji bo sewqî girtîgehek din bê kirin jî hatiye redkirin. Em ji ewlehiya canê Faîk bi fikare ne. Em dixwazin demildest sewqî girtîgeheke din bê kirin."
'EM RASTÎ ÎŞKENCEYA GIRAN Û PÊKANÎNÊN XIRAB HATIN'
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Parêzer Ozgur Çaglar jî da xuyakirin ku, ew ji ewlehiya canê Budak bi fikar in û wiha domand: "Ji ber OHAL'ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne. Girtî li girtîgehê ji ber pêkanînên OHAL'ê zirarê didin canê xwe û çalakiyên mirinê pêk tînin. Pêkanîn, girtiyan tînin vê rewşê. Me girtîgehên herêma Çûkûrovayê ziyaret kirin û em bi pêkanînên xirab û îşkenceyan re rû bi rû man."
Çaglar anî ziman ku, kovar û rojname hatine qedexekirin û bi vê tecrîdê li ser girityan pêktînin û wiha axivî: "Li girtîgehê li ser agahiya îdareya girtîgehê, pêkanînên kêfî tên kirin."