STENBOL - Di fezlekeya der barê doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryara dadgehê hat girtin de, îfadeyên skandal cih girtin. Di fezlekeyê de, Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Yuksekova Haber, Gun Radyo, Kovara Hêviya Jinê û Kovara Ozgur Halkê wekî organên weşanê yên "Komîteya Weşanê ya KCK'ê" yên "Qada Tirkiye-Bakur"ê hatin nîşandan.
Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryara dadgehê hat girtin, di serdegirtina 16'ê tebaxê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Zana Kaya, Gerînendeyê Karên Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya û endamên Lijneya Şêwira Weşanê yên rojnameyê Nivîskar Asli Erdogan û Zimannas Necmiye Alpay hatin girtin û der barê rayedarên wê yî din de jî biryara lêgerînê hat dayîn.
Beriya yekemîn rûniştina doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê, ji aliyê TEM'ê ve fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya 174 rûpelî de, têkiliya rojnameyê bi "Komîteya Weşanê ya KCK'ê" re hatiye danîn. Di fezlekeyê de, Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Yuksekova Haber, Radyo Gun, Kovara Hêviya Jinê û Kovara Ozgur Halkê wek organên weşanê yên "Komîteya Weşanê ya KCK'ê" yên "Qada Tirkiye-Bakur"ê hatin nîşandan.
Di fezlekeyê de, ji bo Rojnameya Azadiya Welat nirxandinên wek; dîrokçeya rojnameyê û ji roja ku dest bi weşana xwe kiriye, pêkûtî û girtinên rastî wê hatine cih digirin. Her wiha nirxandina ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê ya "Ji aliyê rêxistinê ve yekemîn rojnameya legal" hat kirin jî balê dikêşe.
Di fezlekeyê de ji bo rojname bi "Komîteya Weşanê ya KCK'ê" ve bên girêdan, palpişt bi van îdiayan tên pesartin:"Hat dîtin ku, nûçeyên di mahiyeta pesindayîna rêxistina terorî PKK/KCK'ê û serekê wê, maqale-î slogan û wêne, serekê terorîstan, mensûbên payebilind ê rêxistinê, berpirsiyarên derveyî welat ên rêxistinê, xebatkarên ROJ TV'yê wek nivîskarên quncikan nivîsên wan hatine weşandin, çavkaniya piraniya nûçeyên wan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ye û her wiha Nûçe TV'ya weşana rêxistinê jî, gelek nûçeyên pesindayîna van rojnameyên weşandine."
DER BARÊ DÎHA'YÊ DE NIRXANDINÊN SKANDAL!
Nirxandina der barê DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin de jî, bi tena serê xwe skandal in. Di fezlekeyê de atifî nîqaşên "3'yemîn Konferansa Netewî ya Weşan-Çapemenî ya Eniyê ya PKK'ê" tê kirin û wiha tê gotin:"Di bereke berjewendiyên rêxistinê de, li nav welat di 4'ê nîsana 2002'yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hatiye avakirin û li gor pêdiviyên organên weşana rêxistinê, têkildarî nûçeyên bakurê Tirkiye û Iraqê wek çavkaniya nûçeyan a sereke hatiye bikaranîn. Di roja me ya îro de, qenalên televîzyon û radyoyaan ên rêxistinê, çavkaniya wan î sereke ya nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ye. Ajansa Nûçeyan a Firatê ya ku ew jî li ser înternetê weşana xwe dike, bi piraniya nûçeyên wê û yên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dişibin hev."
NÛÇE WEK 'UNSÛRÊN SÛCÎ' HATIN HESIBANDIN!
Di fezlekeyê de, di rêzkirina dîrokî ya kronolojîk de, nûçeyên rojnameyê yên di malpera wê yî înternetê de cih girtin. Di dîtbariyên nûçeyan ên di fezlekeyê cih girtin de, nûçeyên rayedarên KCK'ê, nûçeyên têkildarî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocaln, merasîmên cenazeyên HPG'yiyan, nûçeyên têkidlarî Rojavayê, nûçeyên danasîna pirtûkan, nûçeyên astengkirina mîhrîcanan, nûçeyên darazê û hwd. cih girtin. Ji van nûçeyên ên wek propagandaya rêxistinê, tehrîk û teşwîqkirina serîhildana gel tên îdiakirin ser navê hinan jê ev in: "Rojbûna Berkîn pîroz kirin, bi 8 salan hatin darizandin", "Berxwedana Nisêbînê, sendroma leşkeran", "Dadgeha Bilind serlêdana Ocalan red kir", "Rojnameya me hat mohrkirin" û hwd.