AMED - Rojnamegerê Îngîliz Jacop Philip John Gingell Hanrahan û kameravanê wî Phılıp John Pendlebury yên qanala Vice Newsê ku di serdema qedexeyên kolanan de ji bo belgefîlmê hatin Tirkiye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "piştgiriya aborî ya rêxistinê" 82 sal cezayê girtigehê ji wan hat xwestin.
Dozgerê Komarê yê Amedê der barê rojnamegerên qanala Vice News ên Îngîlîz Jacop Philip John Gingell Hanrahan û kameravanê wî Phılıp John Pendlebury yên ku di serdema qedexeyên kolanan de ji bo belgefîlmê hatin Tirkiye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "piştgiriya aborî ya rêxistinê" doz vekir û 82 sal cezayê girtigehê dixwaze. Rojnamegerên Îngîlîz ên di 28'e Tebaxa 2015'an de hatin Tirkiye û li Amedê hatin binçavkirin û girtin; li ser bertekên zêde serbest hatin berdan. Dozger der barê Rojnamegerên Vice News Muhabiri Jacop Philip John Gıngell Hanrahan û kameravanê wî Phılıp John Pendlebury, tercûmanê wi Mohamed İsmael Rasool rehberê wan Abdurrahman Direkçî de doz vekir û îdîaname şand 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Dadgehê jî îdîaname qebûl kir. Dozger di îdîanameyê de îdîa dike ku "bi zanembûn û xwestek alîkarî daye rêxistinê û endamê rêxistinê ye", "Alîkariya aborî daye rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" û ji 15 salan heta 67.5 salan ceza dixwaze. Balkêş e li gel rojnameger ne welatiyên Tirkiye ne jî dixwaze ji mafê hilbijartin û bijartinê bê par bên hiştin.
Dozger der barê rojnamegeran de 27 rûpel îdîaname amade kir. Dozger ewlehiya netewî dixe pêş ewlehî û azadiya çapemeniyê û xebatên rojnamegeran wekî li diji ewlehiya neteweyî gef dibîne. Dozger îdîa dike ku rojnameger Philip John Pendlebury, Jacop Philip John Gingell Hanrahan li ser navê şîrketa Vice News hatine Tirkiye û Abdurrahman Direkçi rêberî ji wan re kiriye. Tercuman Mohamed İsmael Rasool jî li Stenbolê bi rojnamegeran re hatiye cem hev û pişte derbasî Mêrdîn, Cizîr û Amedê bûne. Di 27'e Tebaxê de li Midûriyeta Polîsan a Amedê kesek li xeta 155'an a polîsan geriya ye û îxbar kiriye û li ser vê yekê dest bi lêpirsînê kirine. Dozger îdîa kir ku rojnameger hatine Amedê û xwestine mirovan ji bo DAIŞ u rêxistinên din amade bikin û bişînin.Li dijî bombekirina avahiyên leşkerî û polîsan ketine nava amadekariyan.
Dozger pereyên di otela rojnameger Muhabir Jacop Philip John Gıngell Hanraman 6 hezar û 480 TL û di çanteyê wî de hezar û 545 TL pere dît û ev were wekî çavkaniya fînansa rêxistinê bi nav kir. Dozger xebatên wan ên rojnamegeriyê jî wekî xebatên rojnamegeriyê nedît. Rojnameger dê li 8'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin.