BRUKSEL - Komîsyona ku di bin banê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) de ji bo geşedanên li Tirkiyeyê bên şopandin hat avakirin, pêşniyar kir ku ji bo mafê mirovan û ji ber tengbûna qada hiqûqî ya dewletê divê Enqereyê ji nû ve bêxin bin serweriya siyasî de. Tirkiye di hezîrana 2004'an de ji vê pêvajoyê hatibû derxistin.
Komîsyona Karên Siyasî ya ku di bin banê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) de ji bo geşedanên li Tirkiyeyê bên şopandin hat avakirin di 21-23'ê Mijdarê de Enqere ziyaret kirin û raporek amade kirin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî, parlamenterê Danîmarkayê Mogens Jensen ê pêşengî ji komîsyonê re dike, diyar kir ku dîtin û ceakirina berpirsên darbeyê maf û karê dewletê ye. Bi teqînên Stenbolê re carekdin aşkera bû ku tirkiye bi gefa terorê re rû bi rû ye."
Ji ber tesbîtên komîsyonê hat tesbîtkirin ku Tirkiye nikara pêkanînên ku ji bo Konseya Ewropayê tê xwestin bicih bîne û hat xwestin ku ji nûve bêxin bin pêvajoya şopandinê. Li ser vê 18 endamên AKPM'ê yên parlameterên tirk hat bangkirin ku ji "AKPM'ê neyên derxistin."
Endamên komîsyonê xwest ku AKPM di rûniştina xwe ya 23-27 Çileyê ya li Strasbourgê de bi sernava "rojeva lezgîn" ji bo geşedanên li Tirkiyeyê binirxînin kombibin.