TSK: Li Qeyseriyê 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 48 birîndar bûn

QEYSERÎ - Serfermandariya Giştî ya Artêşê, têkildarî êrîşa li Qeyseriyê li dijî otobusa ku leşker barkiribû pêk hat, daxuyanî da. Serfermandariyê diyar kir ku di êrîşa li dijî otobusê pêk hat de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 48 leşker birîndar bûne.

Li nêzî Zanîngeha Erciyesê ya Qayseriyê saet di 08.45'an de li nêzî otobusa gel ku leşkerên yekîneyên taybet têde bûn teqîn pêk hat. Têkildarî teqînê Serfermandariya Giştî ya Artêşê daxuyaniya nivîskî da. Serfermandariyê têkildarî teqînê diyar kir ku di 17'ê kanûna 2016'an de roşa şemiyê saet di 08:45'an de, li dijî otobusa leşkerên ku ji Fermandariya Tugaya Komando ya Kayseriyê derdiketin û diçûn îzna sûkê maşîneya bi bombeyî êrîş pêk anî. Fermandariyê da zanîn ku di êrîşê de 13 personelên wan jiyana xwe ji dest dane û 48 leşker birîndar bûne. Fermandariyê da zanîn ku di êrîşê de dibe ku sivîl jî birîndar bûbîn.

Piştî teqînê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî diçe Qayseriyê.

Li Qayseriyê li dijî otobusa ku leşkerên yekineyên taybet ên cilên sivîl liwan bû bar kiribû êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di êrîşê de kesên birîndar û jiyana xwe ji dest dane hene. Li nêzî Zanîngeha Ercîyesê ya Qayseriyê saet di 08.45’an de li dijî otobusa gel ku leşkerên yekîneyên taybet ên komando ku cilên sivîl li xwe kiribûn bar kiribû êrîşa bi bombeyi pêk hat. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku 15 birîndar hene û kuştî ji heye. Li gori şahidê bûyerê maşîneyek din nêzî otobusê bû û teqîn pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmê kesên di êrîşê de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane jî hene. Pişti êrîşê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Pişti çalakiyê têkildarî çalakiyê weşan hat qedexekirin.

Wekîla AKP'ê ya Kayseriyê Hulya Nergîs beşdarî CNN TURK bû û diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane hene.

WALÎ: BIRÎNDAR Û MIRÎ HENE

Waliyê Kayseriyê Suleyman Kamçi têkildarî êrîşê diyar kir ku maşîneya bi bombe barkirî li ber otobusa gel ku leşker barkirî teqinê pêk tîne. Kamçi anî ziman ku di êrîşa bombeya zindî de birîndar û mirî hene.

HÛLÛSÎ AKAR AGAHÎ DA ERDOGAN Û YILDIRIM

Piştî teqînê Serokomar Recep Tayyip Erdogan, têkildarî êrîşa li dijî otobusa leşkeran agahî ji Serfermandarê Artêşê Orgeneral Hulusi Akar girt. Akar diyar kir ku êrîş li dijî otobusa leşkeran pêk hatiye. Serokwezîr Binali Yıldırım jî bi riya telefonê agahî ji Akar girt. Leşkerê birîndar jî diyar kir ku maşîneykê ew şopandin û piştî nêzî wan bû teqîn pêk anî.

Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî diçe Kayseriyê.