Derbarê 543 leşkeran de biryara binçavkirinê

STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen a di nava artêşa tirk de darbarê 543 leşkeran de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê navenda Stenbolê hatiye destpêkirin de li Stenbolê derbarê 95 leşkeran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hinceta biryara binçavkirina 543 leşkeran jî 'bikaranîna Bylock' hat nîşandan.

Hat zanîn ku lêpirsîna vegeriyaye operasyonê ji aliyê dozgerên bi navê Gokalp Kokçu, Mesut Erdînç Bayhan û Can Tuncay ve tê meşandin.