Li tenişta polîsan 4 caran êrîşî HDP'ê kirin

HATAY - Şevê din kesên nasnameya wan nediyar li navçeya Îskenderûnê êrîşî avahiya HDP ya li tenişta nokteya polîsan kirin. Ji 14’ê mijdarê heta niha li dijî avahiya HDP’ê cara 4’emîn êrîş pêk tê.

Kesên nasnameya wan nehat zanîn şevê din bi molotofan êrîşî avahiya HDP’ê ya Îskenderûna Hatayê kirin. Êrîşkaran bi molotofan li dijî avahiya HDP’ê ya di apartmana Ozaltinê ya li Kolana Ulu Camiyê êrîş pêk anîn û xwestin avahiyê bişewitînin.Piştî molotof avêtin hundirê avahiyê alav û amûrên hundir şewitîn. Serê sibê piştî endam û rêveberên HDP’ê hatin avahiyê dîtin ku êrîş pêk hatiye û alavên hundir tev şewitîne. Rêveberan agahî da polîsan û polîsan piştî girtek girtin çûn.

Balkêş e li tenişta avahiya HDP’ê polîs li nokteya kontrolê 24 saetan nobetê digirin. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, diyar kir ku ji 14’ê mijdarê heta niha cara 4’emîn li dijî avahiya wan êrîş pêk hatiye. Ateş, anî ziman ku êrîşkarê di 14’ê Mijdarê de êrîşî avahiyê kir hat binçavkirin û dîsa hat berdan
Ateş, da zanîn ku têkildarî êrîşa dawî polîsan tu agahî nedan wan û wiha got: “Berê li dijî avahiya me ya taxa Gultepe jî êrîş pêk hat. Ji ber ku êrîşkar tên berdan rê li pêş êrîşên din vedike. Balkêş e avahiya me li ber nokteya kontrolê ya polîsan e, lê êrîşkar nehatiye binçavkirin. Em dixwazin êrîşkar bên dîtin û cezakirin.