QEYSERÎ - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, li Walîtiya Qeyseriyê têkildarî êrîşa li dijî leşkeran daxuyanî da. Soylu, diyar kir ku ev êrîş li dijî leşkeran pêk hatiye de 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, 6 koma 12 jê giran 55 leşker birîndar bûne. Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak, derbarê teqîna li Qeyseriyê de diyar kir ku komandoyên wan ên taybet hedef hatine girtin. TSK'ê jî daxuyanî da û diyar kir ku 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, piştî li dijî otobusa gel ku leşkerên yekîneya taybet a Fermandariya Komandoyên Qeyseriyê bar kiribû pêk hat, hat Qeyseriyê. Soylu li gel Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag li Walitiya Qeyseriye daxuyanî da. Soylu, di daxuyaniyê de diyar kir ku li nexweşxaneyan 12 jê giran 55 birîndarên wan hene. Soylu, diyar kir ku 6 kes hêj di koma de ye û nasnameya 8 kesên ji yana xwe ji dest dane diyar bûye.
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag jî daxuyanî da. Akdag jî ani ziman ku 55 birîndarên wan hene û 6 kes di koma de ne. Akdag, anî ziman ku dermankirina birîndaran didome.
KAYNAK: KOMANDOYÊN TAYBET HEDEF GIRTIN
Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak ku ji ber programa Serokwezîr Bînalî Yildirim li Gurgumê ye derbarê teqîna li Qeyseriyê de daxuyaniyek da. Kaynak, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Êrîş bi wesayîta bombeyî pêk hatiye. Dişibe teqîna Beşîktaşê. Birîndar hene. Lê ka yên jiyana xwe ji dest dane hen yan tune ne dema Serokwezîr hat vir dê diyar bibe. Komandoyên me yên kum e ji bo ewlehiya gelê xwe pêşdixistin, Tugaya Anîna Xwarê ya Hewayê hedef hatiye girtin."