EDENE - Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê têkildarî daxuyaniya serokomar Erdogan a “Ez Seferberiya Neteweyî îlan dikikm” civina çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ev îlana şerê navxweyî ye.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê têkildarî daxuyaniya Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan a “Ez seferberiya neteweyî îlan dikim” li avahiya HDP’ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Sêvê Uzun, bal kişand ser êrîşa li Kayseriyê û diyar kir ku ew êrîşê şermezar dikin. Uzun piştre bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Erdogan a “Ez li tevahiya welat seferberiya neteweyî îlan dikim”û wiha got: “Di zagonan de sedema îlana Seferberiya Neteweyî diyar e. Ger ku şer hebe seferberî tê îlankirin. Serokomar Erdogan li ser esasê xala 104’an a Qanûna Bingehîn seferberiya neteweyî îlan dike. Ev îlan tê wateya Şerê navxweyî. Ger ku sibê ji bilî AKP’ê li dijî endam, rêveber, hilbijêr û bijarteyekî partiyek din êrîşek pêk bê û êrîşkar bêje ev tevgera min a neteweyî ye. Wê demê em dê li dijî vî êrîşkarî çi bêjin. Divê demek berî demekê dest ji van pêkanîn û daxuyaniyên li dijî demokrasiyê berdin.