MINBIC - YPG'ê daxuyand ku wan hêzên xwe ji minbicê vekişandine û dê tevlî operasyona "Xezeba Firatê" bibin,
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekî diyar kir ku diyar kir ku piştî wan erka xwe ya rizgarkirina Minbicê û perwerdekirina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serî kirin, ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî operasyona "Xezeba Firatê" dibin. Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Hêzên me bi destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û alîkariya Koalîsyona Navnetewî, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar, gundewar û tevahî gelên Minbicê ji zordestiya DAIŞ’ê rizgar kirin.
Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, yekîneyên me bi alîkariya Koalîsyone Navnetwî, hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde kirin. Niha ev hêz bûne xwedî saziyên leşkerî û ewlekariyê û dikarin gelên Minbicê ji hemu xeteriyên li ser bajar biparzên. Piştî ku hêzên me yên li bajarê Minbicê rola xwe di rizgarkirina bajar û sivîlan de gihandin dawî, em îro radighînin ku hêzên me ji Minbic vekişyan rojhilatê çemê Firatê, da ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa “Xezeba Firatê” ya ku hatiye îlankirin bibin. Em bawer in ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikarin bi erka xwe ya parastina Minbicê rabin.
Di heman demê de em spasiya gelên Minbic ên qehreman bi hemû pêkhatiyên wê yên hembêza xwe ji şervanên me re vekirin dikin. Di heman demê de, eger pêwîstî hebe, em hazir in li ser banga gelên Minbicê herin herêmê û wan ji xeteriyê biparêzin."