Êrîşî HDP’a Qeyseriyê kirin

QEYSERÎ - Li Qeyseriyê piştî li dijî otobusa leşkeran êrîş pêk hat komek nijadperest êrîşî avahiya HDP’ê ya Qeyseriyê kirin.

Li nêzî Zanîngeha Erciyesê ya Qayseriyê saet di 08.45'an de li nêzî otobusa gel ku leşkerên yekîneyên taybet têde bûn teqîn pêk hat. Saet di 08:45'an de, li dijî otobusa leşkerên ku ji Fermandariya Tugaya Komando ya Kayseriyê derdiketin û diçûn îzna sûkê maşîneya bi bombeyî êrîş pêk anî. Di êrîşa li dijî otobusê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 6 jê koma 12 giran 55 leşker bîrîndar bûn. Piştî êrîşa li dijî leşkeran komek nijadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Kayseriyê kirin. Komê sloganên nijadî berz kirin û camê avahiye şikandin. Komê xwestin kesên li avahiya HDP'ê lînç bikin. Hat zanîn ku endam û rêveberên HDP'ê di avahiyê de asê man. Rêveberên HDP'ê ku di avahiyê de asê mane nikarin derkevin derve. Koma ku li pêş avahiyê rawestiyane be navber siloganên “Bi diran û bi xwîn tolhildan" berz dikin.