Yek jê zarok 3 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin

MÊRDÎN - Di serdegirtinên malan ên Mêrdînê de yek jê zarok 3 kes hatin binçavkirin. Li Edeneyê jî 6 kesên derxistin dadgehê hatin girtin.

Li taxa Saraçoglu ya Mêrdînê polîsan bi ser malan de giritn. Di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Mehmet Alî Guneş (68) ê ku nexweşiyê tansiyon, şekir û ji dilê xwe emeliyat bûye, namzedê parlamenteriya HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Aydin û zarokekî 16 salî hatin binçavkirin.

Welatiyên ku hinceta binçavkirina wan de hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Bajar.

EDENE

Li navçeya Ceyhana Edeneyê berê duheftiyan polîsan bi ser malan de girtibûn û 13 endamên HDP'ê binçavkiribûn, piştî karên wan ên li Midûryeta Ceyhanê bi dawî bû sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 13 kesên îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin 7 kes hatin berdan, welatiyên bi navê Mehmet Kaya, Resul Kaya, Seyfettîn Gîrîşkîn, Ridvan Bahadir û Bîlal Baysal bi hinceta "endamên rêxistinê ne" û "propaganadaya rêxistinê kirine" û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 6 kes bi heman hincetê girtin û şandin girtîgehê.

Li Ceyhanê din ava 2 rojan de 12 kes hatin giritn.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê polîsan beriya 25 rojan bi ser malan de girtibûn û xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê Y.B. û M.B. binçav kiribûn. Her du xwendekar piştî 25 rojan karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Xwendekar bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin û herdu xwendekar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.