Ji Serokên partiyan û serokomar daxuyaniya Qeyseriyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu têkildarî êrîşa li Qeyseriyê li dijî leşkeran pêk hat daxuyanî dan û banga yekîtiyê kirin. HDP'ê êrîş şermezar kir û xwest êdî ji bo aştî, demokrasî û aramiya Tirkiye bibin yek.

Li nêzî Zanîngeha Erciyesê ya Qayseriyê saet di 08.45'an de li dijî otobusa ku leşkerên yekîneyên taybet ên Fermandariya Komandoyên Qeyseriyê bar kiribû êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 6 koma, 12 giran bi giştî 55 leşker birîndar bûn. Têkildarî êrîşa li dijî leşkekan pêk hat Serokomar Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxunayî dan. Tayyip Erdogan peyama nivîskî da û xwest li dijî rêxistinên terorê yekîtiya neteweyî, û seferberiya neteweyî pêş bixin. Erdogan wiha got: “ Îro ne roja rageşî û niqaşên kor in. Ne roja şerê navxweşî ye.Roja yek Milet, yek al, yek dewletê ye. Roja yekîtiyê ye. Roj roja Tirkiye bûne ye.


YILDIRIM: JI 15’Ê TÎRMEHÊ DERS NEGIRTIN

Serokwezîr Binali Yildirim jî têkildarî êrîşa li Qeyseriyê wiha got: "Armanca terorê zerarê bide nirxên wan ê moralê. Lê wisa xuya dike ku ji 15’ê Tîrmehê ders dernexistine.” Yildirim diyar kir ku bernameya wî ya ji ber êrîşê betal nebûye û got: “Çima bernameya min betal bibe. Tu nêta me tune em bêtir kêfa terorîstan bînin.”

KILIÇDAROGLU: AGIR ŞÛNA XWE DIŞEWİTÎNE

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî berî civîna MYK’ê ya li Meclîsê axivî û wiha got: "Divê em hemû li ser piyan, hemû serbilind û hemû bi rûmet tev bigerin. Min berê jî got her guleyek li hêzên ewlehiyê dikeve li dijî gel tê kirin. Ji ber vê yekê wekî civak û milet divê em hemû bi hevre li dijî terorê bibin yek.
Agir dikeve ku şûna xwe dişewitîne. Em rahmê ji wan re dixwazin û şifa ji birîndaran de dixwazin.

HDP: EM ÊRÎŞÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Rêxistina HDP’ê jî têkildarî êrîşa li dijî otobusa leşkeran pêk hat bi daxuyaniya nivîskî şermezar kir. HDP'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di teqîna li qeyseriyê de bûye sedema gelek birîndar û miriyan. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rahmet, ji birîndaran re jî şifa dixwazin. Tirkiye roj bi roj ber bi fitloneka tundiyê de diçe. Em vê rewşê bi xemgînî dişopînin. Êdî şermezarkirin nabe çareserî. Divê demek berî demekê ev êş bi dawî bibin. Ji bo êdî mirov neyên kuştin û xwîn neyê rijandin devê em hemû bi hevre li aştiyê xwedî derkevin. Divê em bi hestên demokrasî, edalet û azadiyê li hev kom bibin. Divê em bêtir şêwirmendiyê xurt bikin û Tirkiye ber bi aramî û aştiyê de bibin. Bêyî em heviyên xwe winda bikin divê em ji vê rêveçûnê re bêjin bes e. Êdî ne dema polîtîkayên rageşî, cudahî, dijminantî û kaosê ye. Divê em bi lezgîn dawî li rageşî û dijmantiyê bînin û bêtir bibin Tirkiye.”