ÎZMÎR - ÎHD'a Îzmîrê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku li dijî girtiyên nexweş sûcên mirovahiyê tên pêkanîn.
Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumer Parka Konakê ya kevin daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend. Çîçek bal kişand ser teqîna li Qeyseriyê û da zanîn ku Tirkiye bûye qada teqîna bombeyan. Çîçek bi lêv kir ku ew hemû êrîşên ku jiyana mirovan ji holê radike şermezar dikin.
'323 JÊ GIRAN 905 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'
Çîçek, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Ji ber şertên girtîgehê yên nexweşiyan diafirîne gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) rastiyan nabêjin. Navendên rehabîlîte yên li girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye vekirin bûye cihê mirinan. Divê şertên paqijiyê û tedawiya lezgîn a girtiyên divekin rehabîlîteyê bên pêkanîn. Lê pêkanînên niha berovajî vê ne. Li ser girtiyan di hucreya yek kesî de girtin, bi mehan nebirina tedawiyê û li cihên ku paqij nînin girtin tê ferzkirin. Girtiyên ji bo dermankirinê tînin vê derê jî bi mirinê re rû bi rû dimînin."