ENQERE - Li Tirkiye, piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu hat ser kar di 3 mehan de 7 teqîn pêk hatin. Di van teqînan de 23 leşker, 41 polîs û 23 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Soylu, di her teqîne de daxuyaniya “Tolhildan” û "Em dê qat bi qat bersîv bidin” da.
Li Tirkiye piştî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala îstîfa kir, di 31’ê tebaxê de Suleyman Soylu bû Wezîrê Kare Hundir. Piştî Soylu bû wezîr teqînên li Tirkiye zêde bûn. Di serdema Soylu de 7 teqîn pêk hat. Di van teqinan de 23 leşker 41 polîs û 23 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Soylu, di her teqîne de daxuyaniya “Tolhildan” û "Em dê qat bi qat bersîv bidin” da.
Li Şirnexê li dijî nokteya lêgerînê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 10 leşker û 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 26 kes jî birîndar bûn. HPG’ê çalakî li xwe girt.
Li Yenîbosnayê li herêma Şirinevlerê li nêzî navenda polîsan êrîş pêk hat. Di êrîşa ku 10 kes birindar bûn de TAK’ê çalakî li xwe girt.
Di 16’ê Cotmehê de li Dilokê li Şehînbeyê endamê DAIŞ’ê bombeya li ser xwe teqand 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Rezan di teqînê de 2 jê polîs 7 jê sivîl bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiya 4’ê mijdarê ku li dijî polîsên Hêzên Çevîk pêk hat de 2 jê polîs 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da TAK’ê li xwe girt.
Li Edeneyê di 24’ê mijdarê de li dijî Walîtiya Edeneye êrîş pêk hat û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 33 kes jî birîndar bûn. TAK’ê çalakî li xwe girt.
Li Beşiktaşa Stenbolê jî di 11’ê Kanûnê de li dijî polîsên hêzên çevîk êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşêde 37 polis, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 166 kes jî birîndar bûn. TAK’ê çalakî li xwe girt. Piştî vê çalakiyê Serokomar û wezîrê karên hundir HDP hedef nîşan da û got “Em dê tola xwe hilînin”. Di operasyonên li dijî HDP'ê yên 3 rojan berdewam kir de zêdeyî 600 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.
Herî dawî li Qeyseriyê li dijî otobusa leşkerên Fermandariya Tabûra Komando ya Qeyseriyê êrîş pêk hat. 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 6 koma 12 giran 55 leşker birîndar bûn.