EDENE - Rêxistinên civaka sivîl ên ked û pîşeyan, KESKû DÎSK ên Edeneyê derbarê binçavkirina parêzer Tugay Bek de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê Bek demildest bê berdan.
Li Edeneyê rêxistinên civaka sivîl, KESK, DÎSK û Odeya Tabîban derbarê binçavkirin û derpkirina parêzer Tugay Bek de li ber avahiya SES'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen, Rojnameger û nivîskar Celal Başlangiç, serokê giştî yê ÇHD'ê ku hatiye girtin Selçuk Kozagaçli, endamên EMEP, HDP, ODP, ESP û gelek welatî û parêzer tevlî daxuyaniyê bûn.
'BILA PARÊZERÊ SENDÎKAYA ME BÊ BERDAN'
Seroka SES'ê Gulşen Topal, daxuyanî da û diyar kir ku ji ber têkoşîna ku SES dide ew û sekreterên malî hatine îxraçkirin û wiha got: "Em daxwaza azadiya parêzerê sendîkaya me Tugay Bek dikin. Em dixwazin demildest bên berdan."
KOZAGAÇLI: EM LIGEL BEK IN
Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, anî ziman ku bi operasyonan qada siyasî ya HDP'ê hatiye teng kirin û wiha pêde çû: "Êrîşên li dijî parêzeran nayên qebûlkirin. Bila parêzer Bek demildest bê berdan. Ger hûn tehemulî parêzeran nekin dema hûn muhtaçî parêzeran bibin dê bêçare bimînin. Em bi girtin û binçavkirinan dest ji pîşeyên xwe bernedan."