STENBOL - Xebatkarên TV 10’ê şermezarkirina çalakiya girtina televîzyonê berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de xwestin Sekretera Giştî ya Rêxistina ABF’ê Zeynel Odabaş bê berdan.
Xebatkarên TV 10’ê bi armanca girtina televîzyonê şermezar bikin, di hefteya 11’an de li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.
Xebatkarên TV10’ê di çalakiyê de pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin” û "Yên vedigerin bila vegerin ez venagerim ji rêya xwe”, “Têkoşîna mafan a elewiyan nayê astengkirin, bila Zeynel Odabaş bê berdan” vekirin. Dîsa dowîzên "TV 10" hatibû nivîsandin rakirin. Xebatkarên TV10 be navber siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” “Dengê elewiyan nayê bêdengkirin” û "Bijî biratiya gelan” berz kirin. Endam û rêveberên Federasyona Alevi Bektaşî, Şaxa Beyoglu ya Pir Sultanê, endamên Cemxaneya Gazî ya Pir Sultan û endamên EHD’ê amade bûn.
Serokê Rêvberiya Tv10 Veli Buyukşahin, anî ziman ku bi girtina radyo û televîzyonan dengê hêzên muxalîf û demokratîk girtin û Sekreterê Giştî yê
Federasyona Elewî Beştaşî (ABF) Zeynel Odabaş binçav kirin.
Şahin xwest Odabaş serbest bê berdan.
Endamê ABF’ê Aydin Deniz jî anî ziman ku piştî îlana OHAL’ê û şûnde li welêt tundî zêde bûye û ev zext bi dawî bibin û hevalê wan Zeynel Odabaş bê berdan.
Çalaki bi siloganan bi dawî bû.