Ji wezîran daxuyanî duyemîn: 7 kes hatin binçavkirin

QEYSERÎ - Wezîran têkildarî çalakiya li Qeyseriyê li dijî leşkeran pêk hat cara duyemîn daxuyanî dan. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di êrîşê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest daye, 56 leşker birîndar bûne û 7 kes jî hatine binçavkirin.

Serê sibê li Qeyseriyê li dijî otobusa leşkeran êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 56 leşker birîndar bûn. Têkildardî êrîşê wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işik û Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî daxuyaniya duyemin dan. Wezîr li Walîtiya Qeyseriyê dîsa daxuyanî dan. Li vir Suleyman Soylu, anî ziman ku di êrîşê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest da, 4 koma 12 giran bi giştî 56 leşker birîndar in. Soylu, da zanîn ku têkildarî êrîşê 7 kes hatin binçavkirin û der barê 5 kesan de lêgerîn didome.