MÊRSÎN - Di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê de dayika zaroka 4 mehî Gulten Demir Ayçiçek hat binçavkirin. Zaroka Gulten a 4 mehî Naîra jî, ji ber şîr dimije 6 rojin ji bo mêtina şîr di rêya mal û qereqolê de diçe û tê. Naîra ji ber di rêde diçe û tê nexweş ket.
Li Mêrsînê di operasyonên li dijî HDP'ê de zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin. Di nava 100 kesan de dayika zaroka 4 mehî Gulten Demir Ayçiçek jî heye. Dayik hat binçavkirin û zaroka wê ya 4 mehî Naîra jî ma li derve. Ji ber Naîra hêj şîrê dayika xwe dimije, bavê Naîra neçare her roj Naîra ji mal bibe qereqolê û şîrê dayika wê bide wê. Ji ber Gultan Demîr Ayçîçek 6 rojin di bin çavan de ye, zaroka 4 mehî Naîra jî 6 rojin di rêya qereyolê û malê de diçe û tê. Naîra di rêya qereqolê de nexweş ket. Bavê Naira Serdar Ayçiçek, diyar kir ku ew hêj nizanin dayika Naîra Gulten Demîr çima hatiye û wiha got: "Ji ber Dayîka Naîr Gulten hat binçavkirin û 6 rojin di bin çavan de ye ez her roj Naîra ji mal dibim qereqolê şîrê dayika wê didin wê û vedigerin. Ji ber Naira her roj di rêde diçe û tê nexweş ket. Keça min a 4 mehî ji ber çûn û hatina qereqolê nexweş ket. Ez dixwazim dayika wê Gulten Demîr Ayçiçek serbest bê berdan.