ŞIRNEX - Hevserokên HDP’a Silopiyayê Aycan Azma û Alî Balîn, hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopiyaya Şirnexê Hevserokê HDP’a Navçeyê Alî Balîn dema ku ji avahiya partiyê derket û ber bi çarşiyê ve diçû, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hevserok Aycan Azma jî dema ku li mala xwe ya li TaxaYenîşehirê bû, polîsan bi ser mala wê de girt û ew binçavkirin.
Hinceta binçavkirina Azma û Balîn nehat zanîn û hat zanîn ku, li Muduriyeta Polîsan a Silopiyayê tên ragirtin.