Li ber depoya muhîmmatê teqîn: 3 mirî, gelek birîndar hene

AYDIN - Di teqîna li nêzî depoya muhîmmatê ya leşkerî de, 3 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Xaçerêya Koçarli ya li ser rêya Aydin-Mûglayê, li îstasyona sotemeniyê ya li ber Depoya Muhîmmatê ya Leşkerî ya Aydinê, tanqêreke barê wê bi mazot teqiya. Hat zanîn ku di teqînê de 3 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Hêzên ewlehiyê yê li ser îhtîmala ku sabotaj e radiwestin, qadê dorpêç kirin. Hat raçavkirin ku, şewat hîn jî didome û ekîpmanên îtfaiyeyê yên ji bo tefandina şewatê hatin, pêşî ji qada leşekrî dest bi temriandinê kirin.