ÎZMÎR - Hevserokên OHD û ÇHD'ê yên Îzmirê ku komeleyên wan hatin girtin, diyar kirin ku dê parastin û parêzeriyê li kolanan bikin wiha got: "Em ne komeleyên ofîsan in. Ji bo me her der qada têkoşîn û parastinê ye"
Di 11'ê Mijdarê de bi fermana Wezîrên Karên Hundir bi îdîaya têkiliyên wan bi rêxstinên “FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAIŞ" re heye 370 komele hatin girtin. Ji van komeleyan 39 komele li Îzmirê hatin girtin. Di nava komeleyên hatin girtin, de Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî hene. Hevserokê OHD û ÇHD yên Îzmîrê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dê parêzeriyê li kolanan bikin.
Hevserokê OHD'a Îzmirê Mazlum Demîrbag, diyar kir ku îktîdar dixwaze hemû kesên muxalif paqij bikin û wiha got: "Dixwazin darazê tar û mar bikin. Dixwazin qada parastinê ya darazê ku îtîata wan nekin jî belav bikin û paqij bikin. Em parêzera kesên muxalif û bindest dikin. Em tevgera kolanan in û em dê parastin û parêzeriyê li kolanan berdewam bikin. Ji ber ku komeleya me hat mohrkirin em ranawestin. Ji ber ku xebatên me tenê ne li komeleyê ye. Li kolanan û li her derê ye.
'EM MOHRÊ NAS NAKIN'
Hevserokê ÇHD'ê yê Îzmirê Serdar Gultekin jî anî ziman ku ew qedexe û mohrê nas nakin û wiha got: "Ji bo me girîngiya dîwaran tune. Ji bo me hemû cihê endamên me buroya me ye. ÇHD li her derê ye. Em mohrê nas nakin. Dibe ku deriyê me bê mohrkirin lê têkoşîna me nayê mohrkirin.