NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku, Omer Guney ê di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê 3 siyasetmederan jin ên kurd qetil kir,, li girtîgeha li dima miriye. Nûçeya mirina Guney, ji aliyê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemezê yên beriya dozê hatin gel hev ve hat dayîn.
Li Parîsê paytexta Fransayê, malbatên yek ji endamên avakarê PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê çileyê de hatin qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, Omer Guney ê her sê siyastemadarên jin qetil kiriye, li girtîgeha lê dima miriye.
Birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz, bavê Fîdan Dogan, Hasan Dogan û bavê leyla Şaylemez, Cûmalî Şaylemez daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 16.12.2016'an de ji aliyê parêzerên me yî dozê ve agahiya ku 'Li gor rapora dawî ya tenduristiyê ya bersûc Omer Guney, nexweş û rewşa wî zaf girane, ji ber vê parêzerê wî doza tehliyeya wî kiriye û dê ev daxwaza di 19.12.2016'an de ji aliyê dadgehê ve bê nrixandin' ji me re hat ragihandin. Tam hîn me yê nirxandina xwe bikirana, agahiyek nû hat û hat ragihandin ku, bersûc miriye."
Di daxuyaniyê de, malbatan balê kişand ser pêknehatina dadgehê û wiha gotin:"Wek amlbatan, em ê şopdarê vê dosyeyê û vê dozê bin. Kiryar tenê ne kesek e. Divê kiryarên din jî derkevin holê û bên darizandin. bersûcek ji holê hat rakirin, an jî mir, ev dosye nayê girtin û wê Dewleta Tirk ji darizandinê nefilite. Em rewşê radigihînin raya giştî û ji her kesê alîkariya edlatê dixwazin."
Der barê sedem û dema mirina Guney de, hîn meqamên farnsî tu daxuyanî nedane.